Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Cotmehê ve binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê ji Dêrikê heta Kantona Şehba-Efrînê bombebaran kir. Di encama êrîşan de 2 jê zarok bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.
Li dijî van êrîşan şêniyên kantona Firatê ji ANF’ê re axivîn.
Mamoste Bêrîvan Hilbo ku mamosteya Dibistana Şehîd Seydo ye, anî ziman ku ruxmî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê jî, ew perwerdeya xwe didomînin û wiha anî ziman: "Di şeva çûyî de dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê kir hedefa xwe. Di danê sibehê de jî beriya ku em berê xwe bidin dibistanê jî, dîsa car din dema ku zarok di refên xwe de disekinîn, car din nêzî 500 metre dûrî me bombebaran kir. Lê ruxmî wê jî dîsa me bi zimanê xwe perwerdeya xwe berdewam kir. Ev êrîş bi xwe re tirsê li ser zarokan tîne, lê ruxmî wê jî şagirtan berê xwe dan dibistana xwe û dersên xwe berdewam kir."
‘EM HEMÛ BEŞÊN ŞAREDARIYÊ LI SER KARIN Û SEFERBER IN’
Hevserokê Desteya Şaredariyan jî diyar kir ku ew jî li ser karê xwe ne û tîmeke taybet a agirkujê jî amade kirine û wiha pêde çû: "Binesaziyên me tên hedefgirtin, gelê me jî li dijî vê yekê xwedî helwest e. Di asta yekemîn de bi van êrîşan xwestin ku îradeya gelê me bişkînin. Lê li hemberî wê jî gelê me xwedî helwest bû. Cihê firneyê, asayîş û bendên kontrolê hatin hedefgirtin. Lê ruxmî wê jî kar xebatê me berdewam e û gelê me bi moral e. Em jî weke şaredarî jî tevahî beşên me li ser kar in. Ew ê tu carî bi van êrîşan jî negihêjin tu armancê."
‘EM AXA XWE BERNADIN’
Şêniyê bi navê Fîras Qasimlo jî ev tişt got: “Dewleta Tirk çend êrîş bike jî, wê moralê me qet nekeve. Ev ax axa me ye. Em ê bi saya berxwedanê Kurdistanê rizgar bikin. Tevî hemû êrîşan jî em li ber xwe didin û em vê axa xwe ber nadin."