ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
HRE’yê şehadeta şervanekî xwe ragihand
HRE’yê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekî xwe Welat Qerejdax ragihand û got: “Hevrê Welat ji Amedê heta Efrînê bi ruhekî fedayî têkoşiya.” -
Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama yekîtî û berxwedanê
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk peyama yekîtî û berxwedanê dan. -
‘Bi ruhê berxwedaniya Kobanê em ê şoreşê biparêzin’
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî got, “Bi ruhê Kobanê û Şoreşa Rojava em ê tecrîda li ser Rêbertî bi temamî ji holê rakin, hemû êrîşên dewleta Tirk wê pûç bikin.” -
Cenazeyê şehîda HRE’yê Jiyan Cûdî li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê Jiyan Cûdî a ku meha Çileyê bi 4 hevrêyên xwe re şehîd bû li Şehbayê hat veşartin. -
Cenazeyê endamê Xweparastinê Feysel Mele Elî hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Mele Elî bi merasîmeke li Şedadê hate veşartin. -
Li Kobanê komxebat: 1'ê Mijdarê salvegera parastina mirovahiyê ye
Li Kobanê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi tevlîbûna gelek rêveberiya herêmê û nûnerên saziyan komxebatek hate lidar xistin. Beşdaran gotin, "1’ê Mijdarê salvegera parastina tevahiya mirovahiyê ye." -
YPJ: Em bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê mezin bikin
YPJ: Em ê bi ruhê berxwedan û serketina Kobanê dawî li dagirkeriyê bînin. Divê em bi ruhê Kobanê xwe biparêzin û têkoşîna bi hev re bimeşînin. Em bang li gel, jinan û gelên azadîxwaz dikin ku têkoşînê mezin bikin. -
Ji TEV-DEM'ê daxuyaniya têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê
Rêveberiya TEV-DEM’ê diyar kir ku di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de metirsiyên li ser destketiyên herêmê zêde bûne û banga piştgiriya şoreşa Rojava kir. -
'Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê Rêber Apo azad bikin'
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Harûn Gabar da zanîn ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi fikrên Rêber Apo û bi rêbazên Şerê Gel ê Şoreşgerî birêxistin dikin û got: “Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê Rêber Apo azad bikin.” -
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker soza berxwedanê
Xelkê Dêrikê soza xwe dubare kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker xaka xwe biparêze û berxwedanê xurt bike. -
'Dewleta Tirk eger ji dil be divê destpêkê navenda êşkenceyê ya Îmraliyê bigire'
Ferzende Mûnzûr got, eger dewleta Tirk bi rastî jî çareseriyeke mayinde û demdirêj dixwaze divê li gorî kûrahiya vê pirsgirêkê gavê biavêje û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji bo çareseriyê gavên bi wêrekî biavêje. -
Ji bo şehîdên Meha Îlon û Cotmehê find hatin pêxistin
Şehîdên Meha Îlon û Cotmehê li bajarê Kobanê li goristana şehîd Dicle bi pêxistina findan hatin bibîranîn. -
Di êrîşên dagirkeriyê de 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyane
Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de, 604 bîrên avê rawestiyane. -
'Em ê li dijî van êrîşan xwedî helwest bin'
Xelkê bajarê Şêranê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got, "Divê helweta me li dijî êrîşên dagirkeriyê xurt be." -
Şêniyên kantona Firatê serdana malbata şehîd Tolîn dikin
Ji bo Tolîn Pelşîn Baz konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan û şêniyên kantonê serdanê dikin. -
'Bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ev siyasetên qirêj wê têk biçin'
Rêveberê Yekîtiya Mamosteyan ê bajarê Qamişlo Ednan Bedir û Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a PYD’ê Sara Hesen diyar kirin ku ev siyasetên qirêj ên ku van madeyên hişbir dixe nav jin û ciwanan de, wê bi têkoşîn û fikrê Rêber Apo bên têkbirin. -
Xelkê Qamişlo: Em ê xaka xwe biparêzin
Xelkê Qamişloyê diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bidin û destnîşan kirin ku ew ê bi yekîtiyê xaka xwe biparêzin. -
'Dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîl û binesaziyên sivîl bombebaran dike'
Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd got, “Li dijî zext, dorpêç û êrîşan biryardariya gel xurttir dibe. Gelê herêmê wê bi berxwedana xwe plana dewleta Tirk vala derbixe.” -
Cenazeyê şehîd Hesen Xidêr hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hesen Xidêr bi beşdariya şêniyên Kantona Minbicê hat veşartin. -
QSDʹê li Kampa Holê 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtin
QSDʹê ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyekê li Kampa Holê de 2 çeteyên DAÎŞʹê girtine. -
Li Kantona Firatê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Li Kantona Firatê êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn. -
Şehîd El Hemade hate veşartin
Şehîdê Hêzên Komandos Ednan El Hemade hate veşartin. -
Cenazeyê şehîd Tolîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin, şehîd Zinar hat bîranîn
Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Tolîn Pelşîn Baz (Emîne Ehmed) li kom bûn. Şehîd Zinar Raperîn (Mihemed Hecî) jî hat bîranîn. -
Şervana YPJ'ê Tolîn Pelşîn a li Minbicê birîndar bû, şehîd ket
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku şervana wan Tolîn Pelşîn a ku meha Îlonê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Minbicê birîndar bû, şehît ket. -
Kongra Star: Pêwîste em piştgiriyê bidin hêza xwe
Kongra Star: Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşên domdar helwesta xwe raber bikin. Pêwîste weke pêkhateyên li herêmê em piştgiriyê bidin hêzên xwe yê parastinê.