Di merasîma cenazeyê Şervanê YPG’ê Raxîb El-Ttiye (Ela Zab) ê li gundê Xernata Şerqî hate lidarxistin de li gel şervanên QSD, YPJ, Hêzên Asayîşê bi dehan kes amade bûn.
Gel bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a Til Hemîs. Darbesta şehîd li ser milên hevalên wî heta goristanê hate birin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê QSD`ê Dilo Qamişlo axivî û got wan soza daye ku li dijî dijminên mirovahiyê şer bikin û ew hêzeke biratiya gelan in û ti carî têk naçin. Qamişlo careke din soza tolhildanê ji bo hemû şehîdan da.
Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Tirbespiyê Mihemed Zekî axivî û destnîşan kir ku bi saya şehîdan ew îro bi azad û bi hev re li vir kom dibin. Zekî soza da cangoriyên azadiyê ku ew ê têkoşînê dewam bikin û biratiya gelan ji xwe re esas bigrin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê Raxib El-Etiye bi dûrişmeyên dilsoza bi şehîdan re hate veşartin.
Hêjayî gotinê ye ku têkoşer Raxib yekemîn şehîd e ku li goristana şehîdan a Til Hemîsê tê veşartin. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê diyar kir ku ew ê navê goristanê bikin Goristana Şehîd Raxib El-Etiye.