Operasyona rizgarkirina Reqayê: 17 çete hatin kuştin

Li Reqayê di şerê duh bi şev de wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin û 17 çete hatin kuştin, ku 2 jê sekvan bûn.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja 6'ê Hezîranê dest pê kirin, di roja 68'an de ye. Çeteyên DAIŞ'ê li taxa Reqa ya Berê bi wesayiteke bombebarkirî hewl dan êrîşî şervanan bikin. Şervanên QSD'ê ev wesayita bombebarkirî tevî 2 çeteyên tê de îmha kirin.

Di dema rûxandina wesayitê de 4 şervanên QSD'ê birîndar bûn. Hat gotin, rewşa birîndaran baş e.

Li taxa Rewdayê jî di şerê dijwar de 9 çete hatin kuştin.

Wekî din, li taxa Berîdê di şer de 6 çete hatin kuştin ku 2 jê sekvan bûn.