Gelên Şehbayê li dijî dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran welatiyên herêma Şehbayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser kantonan, şermezar kirin.
Bi hezaran welatiyên herêma Şehbayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser kantonan, şermezar kirin.
Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk bi şiyara "Bê Serok jiyan nabe û rûmet bi hebûna dagirkeriyê tine ye" di çarçoveya pêngava "Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye" li Kantona Şehbayê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federal a Efrînê hatin şermezarkirin.
Nûnerên Hevbendiya Demokratîk Niştimanî ya Sûrî, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Desteya Rûspî û Êlan û Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê jî tevlî meşê bûn.
Meş ji ber Navenda Asayîşa Kefernaye dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Ey dagirker derkeve", "Gelê Kantona Şehbayê serê xwe natewîne", "Ciwanên Ereb azad in", "Bijî Şehba", "Bijî berxwedana Hêzên Şoreşger" û "Na ji dagirkeriyê re" hatin qîrîn.
Tevlîbûna zêde ya jinên ciwan di meşê de bal dikşand. Di meşê de, gel ala Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hatin hildan.
'ŞEHBA WÊ LI BER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ RABE'
Meşa ku li kolanên navçeya Kefernaya dewam kir, li qada dibistana Kefernaya veghurî mitîngê. Di mitîngê de, endamê Rêveber a Tevgera Ciwanên Ereb a Damokratîk Adil Feraşîn, Hevseroka Meclîsa Bab Fîdan Osman, endamê Buroya Ciwanên MSD'ê Merwan Yûsif û endama Yekîtiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Mîdiya Hemdî, axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelên Kantona Şehbayê wê li hemberî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker bisekinin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokatîk ji bo hemû gelan, piştgiriyê bidin Hêzên Şoreşger.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Ocalan" qediya.