Şehîdên Reqayê li Dêrikê hatin veşartin
Şêniyên Herêma Dêrik û navçeya Girkê Legê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Şêniyên Herêma Dêrik û navçeya Girkê Legê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPJ û YPG`ê Rebîa Sad(Hêlîn Cûdî), Xelef Ebas El-Fadil (Ezîz Eror) û Wîdad Okco (Masîro Amed), şêniyên Herêma Dêrik û navçeya Girkê Legê berê xwe dan nexweşaneya Dêrikê.
Gel ku wêneyan şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin bûn, cenazeyên her sê şehîdan wergirtin û bi kerwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li rojhilatê bajarê Dêrikê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre ji Fermandarên YPG`ê Mihedîn Xêrkî axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mihedîn xîtabî malbatên şehîdan kir û got:”Zarokên we bi xwîna xwe ya pîroz destanên lehengiyê nivîsandin û bi hemû hêza xwe şer kirin da ku çeteyên DAIŞ`ê têk bibin û gelan ji zilma wan rizgar bikin”.
Fermandarê YPG`ê salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê bi bîr xist û got ku ev roj ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye.
Her wiha Hevserokê Desteya Tûrîzim û Şûnwaran axivî û bi navê hemû gelên Herêma Cizîrê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Malbatên şehîdan ku wesîqeta şehadetê wergirtin, soza şopanda rêya şehîdan dan.
Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyên şehîdan hatin veşartin.