Li Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG’ê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê yê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê cenazeyên 3 Şervanên YPGʹê yên di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Hesekê veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên Şervanên YPGʹê Mihemed Siltan (Hur Hesekê), Ebdullrehman Sultan (Heyder Şedadê) û Ezîz Receb(Goran Şedadê) ên di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bibûn, ji meclîsa malabtên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê derketin rê.

Di rêya ketina goristanê de girseya gel darbesta şehîdan li ser milên xwe kirin û bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG’ê ve destpê kir. Piştre jî Endamê Rêvber ê TEV-DEMʹê Hejar Mehmûd axivî û got ku bi saya tekoşîna şehîdan gelek destkeftî hatine bidestxistin.

Piştî axafitnan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û tilîliyan veşartin.