Cenazeyê 3 şervanan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Ebdulheman Ehmed, Salih Mihemed Hacî û Îbrahîm El-Mensûr ên li Reqayê şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Ebdulheman Ehmed, Salih Mihemed Hacî û Îbrahîm El-Mensûr ên li Reqayê şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulhenan Ehmed, Selah Mihemed Hecî û Ibrahîm Ibrahîm El-Mensûr ên k udi pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.
Di merasîmê de Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Nezîfe Xelo û Farûq El-Maşî, Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û bi dehan Endamên saziyên sivîl, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî û Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şeravn Derwîş, axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên cangoriyên têkoşeran re hat xwestin.
Her wiha bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ′ê, hat diyarkirin ku bajarê Minbicê ji aliyê şêniyên xwe ve tê birêvebirin.
Di dawiyê de soza şopandina şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê, hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve li goristanê hatin veşartin.