Rojda, serkeftina gihandina herdu baskan li şervanên ku di pêngav de şehîd û birîndar bûne û şervanên ku niha di çeperên şer de li beramberî hemû zehmetiyan ber xwe didin, pîroz kir.
Bi beşdariya Fermandara QSD′ê Rojda Felat, Fermandarên QSD′ê yên tûgaya 1′emîn û şervanên wê û Şervanên herdu baskên rojava û rojhilat ku ev 66 roj in bê navber di çeperên şer de li ber xwe didin, daxuyanî ji aliyê Fermandar Roja Felat ve hate xwendin.
Rojda Felat de destpêka daxuyaniyê de wiha got: ″Ev 66 roj in pêngava rizgarkirina Reqayê bi du baskan rojava û rojhilat hate destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de heta niha 12 tax hatine rizgarkirin. Îro danê nîvro jî taxên Nezlit Şihadê û Hîşam Bin Ebdulmelik ên dikevin başûrê bajêr, hatin rizgarkirin.
Rojda di berdewama daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya rizgarkirina herdu taxên başûr û wiha domand: ″Rizgarkirina herdu taxên başûr ji bo çeteyên DAIŞ′ê derbeyeke pir mezin bû. Ji bo me jî serkeftineke pir mezine û bi vê yekê, hemû deriyên ku çete têre diçin û tên hatin girtin û çember li wan teng bû.
Rojda her wiha diyar kir ku di vê demê de zêdetirî 600 sivîlên Reqayê hatine rizgarkirin, hemû pêwistiyên wan hatin bicihanîn û bi selametî gihîştin herêmên bi ewle. Rojda di dawiya daxuyaniyê de, serkeftina gihandina herdu baskan li şervanên ku di pêngav de şehîd û birîndar bûne û şervanên ku niha di çeperên şer de li beramberî hemû zehmetiyan ber xwe didin, pîroz kir.