'Şehba bi federasyona demokratîk re ye'

Îsmaîl Mûsa got, tevî hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, gelê Şehbayê sal û nîvek e jiyana xwe didomîne û federasyona demokratîk dipejirîne. Mûsa destnîşan kir, ku hêza wan têrê dike ku hemû astengiyan ji holê rakin.

Bi şerê navxweyî re, ku sala 2011'an dest pê kir, yek ji cihên Sûriyeyê yê herî zêde kaosê lê rû da, Şehba ye. Piştî dagirkeriya El Nûsra û DAIŞ'ê, ev bû salek dagirkeriya artêşa Tirk li herêmê heye. Tevî vê dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk jî, Şehbayê sîstema federal a demokratîk pejirand.

Di civîna 3. a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, ku rojên 27-28'ê Tîrmehê pêk hat, Qanûna Herêmên Rêveberiyê û Qanûna Hilbijartinê hate qebûlkirin. Di çarçoveya Qanûna Herêmên Rêveberiyê de Şehba jî weke kantoneke ser bi herêma Efrînê ve hate pejirandin. Beriya çend rojan, di encama civîna Meclîsa Rêveber a Şehbayê de Şehba bi awayekî fermî ragihand ku ew êdî kantoneke.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şehbayê û yek ji nûnerên sîstema federal Îsmaîl Mûsa, ji ANF'ê re qala wate û girîngiya kanton û sîstema federal a demokratîk ji bo Şehbayê kir.

'GELÊ ŞEHBAYÊ ZÛ FEDERASYON PEJIRAND'

Îsmaîl Mûsa destnîşan kir, ku sîstema federasyonê ji ber ku sîstemeke xwezayî û rêveberiya gel a xwe bi xwe ye, ji aliyê gelê Şehbayê ve zû hatiye pejirandin û got, "Şehba herêmeke berfireh e. Ev bû sal û nîvek, di vî warî de ti zor û zehmetî derneketiye. Meclîsa me jî ji aliyê gel ve hate hilbijartin. Di vê çarçoveyê de meclîsa me jî kar dike. Bedewiya Şehbayê jî ji ber hebûna Kurd, Ereb û Tirkmenan e. Gelekî mêvanperwer e. Vî gelî ev 6 sal in gelek zorî û zehmetî dît. Hûn jî zanin, ev herêm ji aliyê hin koman ve hatibû dagirkirin. Wekî din, dewleta Tirk piştgirî dida van koman. Çi DAIŞ'ê, çi El nûsra û Ehrar û Şam, hemûyan gelekî tehde li gelê Şehbayê kirin. Ji ber vê yekê çi jin, çi jî mêr, gel hemû sîstema federasyonê qebûl dike."

'RAGIHANDINA KANTONA ŞEHBAYÊ GAVEKE MEZIN E'

Îsmaîl diyar kir, ragihandina kantona Şehbayê ji bo rêveberên meclîsê û gelê Şehbayê gaveke gelekî mezin e û wiha dewam kir: "Di vî warî de em gelê xwe pîroz dikin. Me cihê xwe di nava vê sîstemê de girt, ji ber ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê gaveke bingehîn e. Bi ragihandina kantona Şehbayê re barê me girantir dibe, lê belê em, hemû hevalên me pê bawer in ku yekane çareseriya ji bo Sûriyeyê federasyon e û ji bilî vê çareserî nîne. Ji bo afirandina demokrasiyê li Sûriyeyê, ev yek projeya herî girîng e. Ne projeyeke demokratîk a rejîmê heye, ne jî ya hêzên xwe weke mûxalîf nîşan didin, heye. Ji ber vê yekê, ev proje li gorî me ya herî rast e."

'VÎNA GELÊ ŞEHBAYÊ JI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK XURTIR E'

Îsmaîl Mûsa bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên ji bo pêşîgirtina li sîstema federasyonê û destnîşan kir, ku tevî van êrîşan jî ev sal û nîveke wan sîstema xwe dewam kirine û federasyon qebûl kirine.

Têkildarî vê mijarê Îsmaîl Mûsa ev nirxandin kir: "Ev sal û nîveke dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gelê me dikin. Lê belê tevî vê yekê jî gelê me jiyana xwe didomîne û sîstema federal qebûl dike. Îstîxbarata Tirkiyeyê di ser Şehbayê re gelekî şerê taybet meşand. Bi navê Îslamê çek da komên cuda. Xwest, ku gel bi hev bikeve. Hewl da fitneyê û gotegotan bixe nava gel. Ji ber ku li Şehbayê Ereb, Kurd û Tirkmen hene. Lê belê gelê me neket xefika îstîxbarata Tirkiyeyê. Mînak; her kes berê xwe dide herêmên federasyonê. Lê belê gundên ji aliyê dewleta Tirk û çetyeên 'mertala firatê' ve hatine dagirkirin, vala ne. Baş e, çima gel ber bi van herêman ve tê? Xuya ye li van herêman demokasî heye, hurmeta ji bo mirovan heye, azadiya jinê heye, cihê ciwanan heye. Bi her awayî sîstemeke cuda ye. Lewma her kes vê sîstemê qebûl dike.

Di nava sal û nîvekê de me gelek astengî û bend li dû xwe hişt. Ya piştî vê bê kirin jî rêxistinbûn e. Wê hilbijartinên komunan bên kirin. Mirovên ji 16 salî mezintir wê karibin di hilbijartinê de dengê xwe bide. Wekî din, mirovên ji 18 salî mezintir karibin bibin namzeta/ê rêveberiya komunekê. Sîstema federasyonê ji xwe ji komunan dest pê dike û ber bi jorê ve diçe. Astengî hene, lê belê hêza me xurt e."

'GELÊ ME YÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÎ FEDERASYONÊ DIXWAZE'

Îsmaîl Mûsa destnîşan kir, ku têkiliya wan bi mirovên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî hene û şêniyên Şehbayê yên li van herêman jî sıstema federasyonê dipejirînin. Mûsa got, "Her kes sîstema federasyonê qebûl dike û amade ye cih di navê de bigire. Em bawerin wê di dema pêş de ew ê jî cihê xwe di nava vê sîstemê de bigirin. Jiyana li wir zehmet e. Dibêjin ku mîna ew di girtîgehê de dijîn. Dibêjin, 'Em Tirkiyeyê weke hêzeke dagirker dibînin. Bila dev ji me biqerin, em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin'. Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin sîstema çetetiyê heye. Tirkiye pere, dolaran dide yên sîstema wan qebûl dike û piştgiriya wan dike. Sîstemeke demokratîk nîne. Dewleta Tirk ne xwedî wê hêzê ye ku demokrasiyê bîne Sûriyeyê. Hêzeke dagirker e."

'DEWLETA TIRK WÊ NIKARIBE DAGIRKERIYA XWE ZÊDE DEWAM BIKE'

Îsmaîl Mûsa herî dawî anî ziman, ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Şehbayê wê zêde dewam neke û got, "Ji xwe di nava 6 salên dawî de, bi taybetî ev saleke Tirkiyeyê îflas kiriye. Di siyaseta derve de pirsgirêkên xwe hene. Wekî din pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê hene. Tirkiye ji bo van pirsgirêkan çareser bike berê xwe da Minbicê, kete nava Cerablûsê, Babê. Lewma cîhan jî bi siyaseta Erdogan dizane. Li Bakurê Sûriyeyê destekê dide DAIŞ'ê, lê belê di çapemeniyê de dibêje 'nizanim ez çi me'. Gelê Sûriyeyê jî bi vê rastiyê dizane. Ev tehdeya ku dewleta Tirk li gelê Sûriyeyê dike, êdî di dema dawî de ye. Erdogan nikare bi vî rengî zêde siyasetê bike. Ji ber vê yekê zexteke mezin li gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, çapemenî û rojnamevanan heye û tên girtin. Ev jî rastiyeke ku ji aliyê cîhanê ve tê zanîn. Li Cerablûs, Bab, Mare, Ezazê nikare vê dagirkeriyê bidomîne, ev tiştekî demkî ye. Em bi vê zanin, gelê me jî bi vê rastiyê zane."