Gelê Qamişloyê cenazeyên 6 şehîdên xwe spart axê
Gelê Qamişloyê, cenazeyên 6 cangoriyên xwe ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn û du ji wan birayê hev in, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.
Gelê Qamişloyê, cenazeyên 6 cangoriyên xwe ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn û du ji wan birayê hev in, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.
Girseya gel a ji Kantona Qamişlo ya Herêma Federal a Cizîrê, bi karwanek ji wesayitan, darbestên şehîd Mûrad Seyîdo (Sair Mihemed Ibrahîm), Soro Qamişlo (Ehmed Ibrahîm Salih), Dildar Mêrxas(Mehmud Mihemed), Şero Qamişlo (Azad Ebdilqadir) û herdu bira Piling Amûdê (Ehmed Azad Mihemed) û Agirî Amûdê (Ahîn Azad Mihemed) bir Goristana Şehîd Delîl Saroxan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdilrehman, bi navê YPG û YPJ'ê fermandar Evîndar Denîz û Hevseroka Kantonê Heyfa Erebo, axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbatan re xwestin û diyar kirin, ku şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji hemû şoreşên din cudatir, ji ber ku li vir têkoşer zarokên gel in û di oxira rûmetê de jiyana xwe feda dikin. Her wiha soz dan ku wê li ser şopa şehîdan bin.
Xwişka herdu birayên şehîd Piling û Agirî Amûdê, Roza Mihemed jî da zanîn ku wê carekê ji birayên xwe xwestiye derkevin dervayî welat, lê herduyan ev yek red kirin û gotine, mirina bi rûmet ji jiyana li derveyî welat baştir.
Roza Mihemed got, "Herdu têkoşeran bi hev re soz dan. Di heman rojê de zewicîn, li heman malê jiyan, li heman eniyê şer kirin û her du di heman rojekê de şehîd ketin."
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatan hatin kirin û cenazeyên şehîdan hatin veşartin.