Cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd û Çekdar hatin veşartin

Bi sedan welatiyê Herêma Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên Kantona Hesekê, cenazeyên şervanên YPG'ê Egîd û Çekdem ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî verşatin.

Ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPG`ê Îbrahîm Mehmûd (Egîd Kobanê) û Mehmûd Mehmûd (Çekdem) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, gel li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Dirbêsiyê kom bûn.

Welatiyên ku wêneyên her du şehîdan rakiribûn, piştî cenaze weregirtin bi kerwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya girêdayî Herêma Dirbêsiyê ya Herêma Cizîrê. Di rê de, bê navber gel dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana YPG û QSD`ê, beriz dikirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hindiye Bekir axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Ji Fermandarên YPJ`ê Dilbirîn Kobanê axivî û sersaxî ji malbat û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest. Dilbirîn diyar kir ku şervanên YPG û YPJ`ê ji bo gel û axa xwe xwîna xwe dirijînin û soza şopandina rêya wan nû kir.

Xwişka şehîd Egîd Kobanê ku şervana YPJ`ê ye, Tekoşer Kobanê jî axivî û soza şopandina rêya bira û şehîdên şoreş da.

Piştî ku nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hatin kirin, cenazeyê şehîdan bi dirûşman û tilîliyan hatin veşartin.