YPG: Artêşa Tirk xwest Kobanê dagir bike, lê hêzên me nehişt
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyek weşand û li ser êrîşên hefteyekê yên artêşa Tirk ên li dijî Rojava, agahî da.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyek weşand û li ser êrîşên hefteyekê yên artêşa Tirk ên li dijî Rojava, agahî da.
Di daxuyaniya YPG'ê de bal hate kişandin ser êrîşên li ser Efrînê û hat gotin, "Piştî ku hewldanên artêşa Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Efrînê bi ser neketin, vê carê xwest Kobanê dagir bike, lê bi bersiva hêzên me re pêşî li van hewldanên artêşa Tirk hate girtin."
Di daxuyaniya YPG'ê de li ser bîlançoya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava, ev agahî hatin dayin:
"Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker piştî hewildanên dagirkeriyê li Efrînê bê encam ma vê carê xwest xaka Kobanê dagir bike, lê bi bersiva hêzên me ve ev hewldanên artêşa Tirk jî vala hate derxistin.
Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 7 rojên dawî wiha ne;
04.08.2017'an saet di 10:30'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundên Başemrê, Bircikê Silêman û Basûfanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Dîsa li eniya Girê Barîn çeteyan dema ku dixwestin çeperên nû çêbikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encamê de çete neçar man birevin.
Her wiha di heman rojê de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrîşî gundê Maranezê û Berada Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Ji aliyê din ve balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li ser rojavayê Kobanê geriyan.
05.08.2017'an saet di 09:00'an de tangekî artêşa Tirk ku li kêleka nexweşxaneya Ezazê gule davêtin hêzên me, ji aliyê hêzên me ve hedef hat girtin û hat lêdan. Di encam de tang hat îmhakirin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî bersivdayîna hêzên me saet di 11:00`an de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûs û çekên giran êrîşî Maranezê, Beradê Malikiyê, Eleqînê û Eyn Deqnê kirin. Her wiha di heman rojê de li eniya Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê dema ku çeteyan dixwest çeperên nû çêbikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encam de çete paş de reviyan. Dîsa çeteyan bi çekên doçka êrîşî Girê Barîn kirin.
Li eniya navçeya Şera yê girêdayî Efrînê jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrîşî Girê Qestelê, Baflonê, Vîla Qadî û Eleqînê kirin. Ji aliyê din ve leşkerên Tirk bi çekên giran êrîşî gundê Siftek yê girêdayî Kobanê kirin. Di heman demê de hêzên me bersiv da êrîşên leşkerên Tirkan.
06.08.2017'an saet 00:00 û 04:00 çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrîşî gundên Malikiyê û Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûsan êrîşî Belûniyê yên girêdayî Şera kirin. Her wiha leşkerên Tîrk û çeteyên wê bî obûs, guleyên tangê, çekên doçka û BKC êrîşî Eyn Deqnê, Belûniyê, Maranezê, Girê Qestelê, Girê Şehîd Şîlan û Girê Îska kirin. Ji aliyê din ve li nêzî gundê Bobanê yê ku dikeve sînorê rojavayê Kobanê leşkerên Tirk sînor derbas kirin û ketin xaka Rojava. Di encamê de hêzên me bi çend guleyan ew hişyar kirin û neçar man ku paş de vegerin. Dîsa leşkerên Tirk bi çekên navîn êrîşî gundê Mizirdawît yê ku dikeve sînorê rojhilatê Kobanê kirin.
07.08.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî Herêma Cindirêsê ya Efrîn kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyên ku li nêzî pira Cerablûsê xwestin rê çêkin, ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hat lêdan. Di encam de çete neçar man ku paş de vegerin.
08.08.2017'an leşkerên Tirk û çeteyên wî bi topên hawanê, obûs û guleyên tangê êrîşî Belûniyê, Maranezê, Eleqîn, Baflonê û Beradê Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî Herêma Cindirêsê ya Efrîn kirin.
09.08.2017'an de balafirên keşfê ên artêşa Tirk li ser Eleqînê û Baflonê geriyan. Di heman demê de çeteyan bi topên hawanê êrîşî van herêman kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi obûsan êrîşî Maranezê û Eyn Deqnê kirin.
10.08.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin li eniya Girê Baz ê girêdayî Herêma Cindirêsê ya Efrîn êrîşî hêzên me bikin. Êrîşa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferqkirin û şer derket. Di encam de çeteyek hat kuştin. Her wiha çeteyan bi çekên doçka û BKC êrîşî Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin."