YPG'ê nasnameya 5 cangoriyên azadiyê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 5 şervanên 9-10'ê Tebaxê li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku di operasyonên 9-10'ê Tebaxê de 2 taxên din ên Reqayê hatine rizgarkirin û baskên pêngavê yên rojhilat û rojava gihîştin hev.

Navendê ragihand, di van operasyonan de de bi sedan sivîl hatine rizgarkirin û got, "Di dema operasyonên rizgarkirinê de 5 hevrêyên me gihîştin şehadetê."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em YPG û YPJ, di şexsê van her pênc hevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê yên ku ji bo paşerojeke azad û jiyaneke hevpar canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbatên şehîdan re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê xeyalên wan ên nîvco mane, bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Çekdem Çekjîn

Nav û Paşnav: Mehmûd Mehmûd

Navê Dayikê: Meysa

Navê Bav: Yasir

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, Gundê Ebû Rasên

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017

Nasnav: Egîd Kobanê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Mehmûd

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Izedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017

Nasnav: Ela Til Hemîs

Nav û Paşnav: Raxib Ehmed Etiye

Navê Dayikê: Sade

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9 Tebax 2017

Nasnav: Ezîz Erur

Nav û Paşnav: Xelef Ebas El Fadil

Navê Dayikê: Tefla

Navê Bav: Ebas

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9 Tebax 2017

Nasnav: Serhed Menacîr

Nav û Paşnav: Usama Îsa

Navê Dayikê: Yazi

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê, Gundê Menacîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017