Cenazeyê 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê 5 şervanên YPG′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê 5 şervanên YPG′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyan cenazê şervanên YPG′ê Elî Ehmed (Rubar Hesekê), Elî (Demhat Şedadê), Salim Ebdulah Xelo ( Birûsk), Macid Yûsif Hesen ( Doxan) û Endamê Meclîsa Leşkerî yê Dêrezorê Esed Ebduletîf (Ebû Namis) ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmud Mistefa axivî, bal kişand ser berxwedan û fedekariya şervanan a di rizgarkirina herêman û vegerandina ewlehiyê de.
Her wiha Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî diyar kir ku xwîna zarokên vê herêmê bi Kurd û Erebên xwe ve bûye yek. Her wiha hat diyarkirin ku gel bi yekîtiya xwe, karîbû rê li pêşiya destwerdanên derve bigire. Şiyar di dawiya gotinên xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre, nasnameyên her 5 cangoriyan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir ve hat xwedin û radestî malbatan hat kirin.
Cenazeyên şehîdan bi tilîlîyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.