Di navbera YPG-YPJ’ê û çeteyên Tirk de şer derket

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên bi ser herêma Efrîn û Şehbayê de didomin. YPG-YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv didine êrîşan.

Li gorî jêderên xwecih artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve hewl da ku bikeve gundê Merenazê ya Şehbayê lê şervanên Hêzên Şoreşger ev hewl dan şikandin.

Her wiha çeteyên bi ser artêşa Tirk ve top avêtin gundên Eyn Deqnê, El Bîloniyê û Şêx Îsa û bajarokê Til Rifetê. Şervanên Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşan. Nehate zanîn bê ka çend hatin kuştin û çend birîndarbûn.

Diyar bû ku çeteyên Tirk şevê dî bombe avêtine gundê El- Sîmoqa û derdora Bendava Şehbayê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hevdemî top avêtin gundên Şehbayê û çeteyên dewleta Tirk jî top avêtin herêma Cindirêsê ya Efrînê. Piştî ku şervanên YPG-YPJ’ê bersiv dan şer derket.