Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê têkoşer Şêxmûs (Şahîn Rojhilat)ê ku di berxwedana li li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kantonê de şehîd bûye, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Di merasîmê de nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê û Kongreya Star, amade bûn.
Li goristanê merasîmê bi deqeyek rêzgirtina leşekerî ve destpê kir. Piştre jî şervana YPJ′ê Amed Kando û Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan, axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwsetin, her wiha bal hat kişandin ser plan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Rojava, Efrîn û Şahbayê.
Di berdewama axaftinan de bang li dayikên şehîdan hat kirin ku bi zarokên xwe serbilind bin.
Apê şehîd, Mihemed Qenber jî diyar kir ku bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê herêma Efrînê li dijî êrîşan li ber xwe da. Mihemed soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê Şahîn bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve li goristanê hate veşartin.