ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê darên zeytûnan dişewitîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Geliyê Tira yê li ser rêya navçeya Raco ya Efrînê darên di nava 2 donim erd de şewitand. -
Li Girê Spî mayîn teqîya, du endamên asayîşê şehîd bûn
Li ser rêya di navbera gundên Zêbiqiyê û Hemam Tirkmenê ya Girê Spî ya Rojava mayîn teqiya û du endamên asayîşê şehîd bûn. -
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdên Efrîn û Dêra Zorê eşkere kir. -
Li Efrînê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê didome
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî bi ser gundê Kobake yê navçeya Mabata ya Efrînê de girtin, dest danîn ser hemû navgînên ragihandinê yên gel û 4 welatî revandin. -
Şervanekî QSD'ê li Dêra Zorê şehîd bû
Ji ber êrîşeke çeteyên DAÎŞ'ê ya bi wesayita bombebakirî, şervanê QSD'ê Mihemed Salih li Dêra Zorê şehîd bû. -
Li Hesekê êrîşa bombeyî: 2 kes mirin
Li Hesekê, Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk (MSD) û xwişka wê ji ber êrîşeke bombeyî şehîd bûn. -
Artêşa Tirk revandina sivîlan didomîne
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker revandina welatiyên sivîl ên li Efrînê didomîne, ji bo berdana wan jî daxwaza fîdyeyê dike. -
YPG: Li Efrînê 5 dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiya hêzên wan yên li Efrînê li dijî dagirkeran de, 5 hêzên dagirker hatine kuştin. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPJ’ê û şervanekî YPG’ê eşkere kir yên ku li Efrîn û Şedadê şehîd bûne. -
OPCW: Di êrîşa Dumayê de gaza hêrisê nehate dîtin
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir di êrîşa Dumayê de ya li Sûriyê ku Nîsanê pêk hatibû wan ti nîşaneyên gaza hêrisê nedîtine. -
QSD’ê têkildarî çalakiyên Bagera Cizîrê daxuyaniyek da
Fermandariya Giştî ya QSD’ê, têkildarî çalakiyên di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dabû destpêkirin de daxuyaniyek da. -
MSD’ê êrîşa Minbicê şermezar kir, Enqere berpirs nîşan da
Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) dewleta Tirk ji teqîna duh a di dema meşa li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Minbicê dihate kirin de pêk hat, nîşan da. MSD’ê ev êrîş weke ‘nîşana windakirinê’ pênase kir. -
Li Derayê çi dibe?
Herêma Derayê ya Sûriyê ku sînorê girê Golanê ye, di bim bonbeyan de ye. Bi sed hezaran kesî koç kir. Hêzên rejîmê xwe gihandin ser sînor. -
Rêveberiya Efrîn û Şehbayê rapora Efrînê eşkere kir
Di rapora têkildarî Efrîniyên li Şehbayê hate amadekirin de,hate destnîşankirin ku ji ber bêderfetiyên tenduristiyên û mercên giran di nava gelên li gundan û kampên li herêma Şehbayê bicihbûne de nexweşiyên cihê peyda dibin. -
YPG: Li Efrînê 4 leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin
Hêzên YPG/YPJ'ê li Efrînê nahêlin bêhn bê ber leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Di çalakiyên vê dawiyê de 4 leşkerên Tirk û 5 çeteyên wê hatin kuştin. -
Li Minbicê teqîn, herî kêm kesek mir
Li Minbicê dema ku êrîş û gefên dagirkeriya Tirkiyeyê bi meşekê dihat protestokirin, teqînek pêk hat. Di teqînê de kesek mir û bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Cerablûsê du teqîn pêk hatin
Li Cerablûsê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, danê sibehê bi hevdemî tu teqîn pêk hatin. -
Li Derayê bomberdûmaneke giran tê kirin
Rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûs danê sibehê bomberdûmaneke giran li herêma Dera kirin. -
Li Minbicê di dema meşê de teqînek pêk hat -NÛ BÛ
Li Minbicê di dema meşa şermezarkirina gefên dewleta Tirk de teqînek pêk hat. -
Minbic ji nû ve zindî bû
Endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Emel Dede got, "Em bi hev re bi îrade û keda xwe xebitîn û me Minbic ji nû ve zindî kir." -
Li gundên Til Zeheb û Seraciyê şerekî giran heye
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin. Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de li gundên Til Zeheb û Seraciyê şerekî giran heye. -
QSD’ê gundên Medîna û Qebir Taha rizgar kir
Şervanên QSD’ê gundên Medîna û Qebir Taha yên dikevin başurê rojhilatê navçeya Şedadê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. -
Li Reqayê teqîn: 6 kes birîndar bûn-NÛ BÛ
Li taxa Sînaa ya Reqayê li pev hev teqîn çêbû. Di teqînan de 6 kes birîndar bûn. -
YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê didome û nasnameya du şehîdên xwe eşkere kir. -
Li Efrînê 12 sivîl hatin revandin
Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê li gundê Efrînê 12 kes revandin.