YPG: Li Efrînê 5 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiya hêzên wan yên li Efrînê li dijî dagirkeran de, 5 hêzên dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên hêzên wan yên li Efrînê li dijî dagirkeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê ragihand ku di 3’ê Tîrmehê de li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk çalakî lidarxistine û ev agahî parvekir; “Hêzên me konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Kefer Cenê ya navçeya Şera, Efrîn kir hedef. Di encamê çalakiyê de du leşkerên ku yek ji wan çawişê pispor e hatin kuştin. Navên leşkerên ku hatine kuştin wiha ye: Muhammed Kara û Orhan Demir.

Piştî çalakiya serkeftî artêşa dagirker bi tevlîbûna çeteyên xwe li herêmê operasyoneke berfireh da destpê kirin. Piştî demeke kurt operasyon bê encam vekişiya.”

YPG’ê diyar kir ku di 6’ê Tîrmehê de jî li gundê Şadiya ya navçeya Raco şerekî dijwar rûdaye û ev agahî parve kir; “Di dîroka 6’ê Tîrmeh’ê de artêşa Tirk a dagirker, li ser agahî û îxbarkirina gundiyekî, bi tevlîbûna çeteyên Ehrar Şerqiye li gundê Şadiya ya navçeya Raco operasyoneke berfireh da destpê kirin. Li herêmê di saet 05:00’ê sibehê de şer destpê kir û heya seet 10:00 berdewam kir. Di encama şerê dijwar de 3 çete hatin kuştin, du çete bi giranî brîndar bûn. Yek ji çeteyên ku hatiye kuştin kesekî bi navê İsmaîl yê ji Dêre Zorê ye. Herwiha du rêhevalên me piştî berxwedaneke bêhempa şehîd bûn. Her wiha şervanekî me jî bi brîndarî dîl ket destê dagirkeran.”

YPG’ê têkildarî kiryarên sîxûrtiyê gel hişyar kir û wiha domand; “Em bi raya giştî re parve dikin ku em gihîştine nasnameya ew kesê ku îxbar kiriye û bi hêzên dagirker re li hember gelê xwe hevkarî dike. Em soz didin ku ew kes wê bi awayekî giran were ceza kirin û xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Em careke din dubare dikin ku herkesê li Efrînê bi hêzên dagirkeriyê re di nav hevkariyê de ye, ji bo hêzên me hedefên rewa ne.”

YPG’ê ragihand ku hejmara kuştiyên dagirker û çeteyan ji şerê Efrînê ve bû 2504.