Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê darên zeytûnan dişewitîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Geliyê Tira yê li ser rêya navçeya Raco ya Efrînê darên di nava 2 donim erd de şewitand.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê tevî komkujî, guhertina demografiya herêmê, komkujiya xwezayê jî dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  derdora 2 hezar û 500 darên zeytûn, hinar û tirî yên şêniyên gundê Edamo yê herêma Raco  şewitandin. Li gorî çavkaniya ku agahî dane xwediyê daran; 100 dar yên welatiyên bi navê Mihemed Osman Salim in, 100 dar ên Recem Osman Salim in, 100 dar ên Silêman Mihemed Mihemed, 100 dar ên Welîd Mihemed Mihemed, 100 dar ên Mihemed Hesen Ismaîl, 300 dar ên Yehya Reşîd Mustefa û hezar û 500 darên hinaran û 300 darên tirî yên welatiyê bi navê Mihemed Bekir Şêx Dada ne, hatine şewitandin.

Hate ragihandin ku çeteyan li gundê Eltaniye dest danîne ser zeviyê genim yê Abdulrehman Îsmaîl û Îsmaîl sirgunî Tirkiyeyê hatiye kirin, zeviyên wî jî hatine şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berî niha li gundê Etmanê yê herêma Raco  zeviyên gundiyan û darên wan ên zeytûnan şewitandibûn.