Li Efrînê 12 sivîl hatin revandin

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê li gundê Efrînê 12 kes revandin.

Li gorî ANHA’yê jêdera li navçeya Mebata diyar kiriye ku Tabûra El Cebaha û El Şamiye Sêşemê li gundê Mîrkanê 12 sivîl revandine.

Navê sivîlên ku hatine revandin wiha ne:

Şikrî Mihemed Kinc Xemîs (55), Henîf Mehmûd Mistefa (60), Xelîl Hisnî Hemdî (43), Mihemed Xelîl Nûrî (49), Rifet Izet Sînot (40), Reşîd Ebdo Şêxo (45), Hikmet Kinc Xemîs (58), Misefa Ehmed Silêman (56) ve Mihemed Hisên Hemalîko (48) ile oğulları Hisên Hemalîko (20) ve Xemgîn Hemalîko (18).

Heman çavdêrê diyar kir ji bo Ehmed Henan (27) were berdan, ku beriya bi 2 mehan hatibû revandin, 3 hezar dolar fîdye xwestine, li gel ku pere dane jî hê aqûbeta wî ne diyar e.

Ji 20’ê Çile ve, ku êrîşên dagirker ên ser Efrîn des pê kirin û heta niha êrîşên ser gle didomin. Dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlan direvînin, êşkence li wan dikin û rûmeta wan dişkînin, dest li ser mal û milkên Efrîniyan datînin. Li herêmê ku xesp û talan lê serdest e, aqûbeta bi sedan kesî nayê zanîn.