YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê didome û nasnameya du şehîdên xwe eşkere kir.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê didome û nasnameya du şehîdên xwe eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya ku hêzên me û QSD jî di nav de ne, li bejahiya Dêrazorê didome. Di vê çarçoveyê de;

1- Di 17’ê Hezîranê de navçeya Dişîşa ya ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibû paqijkirin. Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo ku dîsa karibin navçeya Dişîşa bi dest bixin êrîşên xwe zêdetir kirine. Li hemberî van êrîşên di 29’ê Hezîranê de hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dan. Di vê berxwedanê de êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê hatiye şikandin. Di van şeran de hevalekî me piştî berxwedaneke bi heybet, şehîd bûye. Nasnameya hevalê me wisa ye;

Nasnav: Ferhad Til Koçer

Nav û Paşnav: Elî El Ehmed

Navê Dayikê: Dira

Navê Bav: Cedûh

Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 29’ê Hezîrana 2018’an

2- Di 10’ê Gulana 2018’an de hevalê me Rizgar Destan ê ku li Reqayê li ser peywira xwe bû, ji ber qezayekê şehîd bûne. Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Rizgar Destan

Nav û Paşnav: Mehmet Aşrag

Navê Dayikê: Xûrbet

Navê Bav: Sedîq

Cih û Dema Şehadetê: Reqa / 10’ê Gulana 2018’an

Em herdu hevalên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”