MSD’ê êrîşa Minbicê şermezar kir, Enqere berpirs nîşan da

Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) dewleta Tirk ji teqîna duh a di dema meşa li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Minbicê dihate kirin de pêk hat, nîşan da. MSD’ê ev êrîş weke ‘nîşana windakirinê’ pênase kir.

MSD’ê têkildarî teqîna duh a di meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li taxa El Heya ya Minbicê têk hat de daxuyaniyek da. MSD’ê êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku armanca van êrîşan ew e ku di nava gel de aloziyan bide çêkirin.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Aramî û ewlekariya li bajarên Bakurê Sûriyeyê di salên derbasbûyî de pêk hat, rastiya nimûneya jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de nîşan dide. Şêniyên herêmê bi zanebûna xwe karîbûn çarenûsa xwe ya hevbeş ferz bikin û aramiya ku li ti herêmên Sûriyeyê wekî wê nîne, pêk bînin. Tiştekî xwezayî ye ku şêniyên Minbicê sekneke birûmet li dijî destwerdana dewleta Tirk û çeteyên tundraw di kar û barên hundir de derkevin.

Di 5'ê Tîrmeha 2018'an de şêniyên Minbicê li navçeya El-Heye li dijî dagirkeriya Tirk û dagirkeriya Efrînê meşek lidar xist. Bi êrîşeke terorî meşvan hatin hedefkirin. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 22 sivîl birîndar bûn. Ev tenê ji ber ku helwesta xwe li dijî siyasetên dewleta Tirk ku aramiya herêmê binpê dikin, anîn zimane hate kirin. Armanc a meşê derxistina rastiya dagirkeran û eşkerakirina siyasetên wan ên xerabkariyê li bajarên Bakurê Sûriyeyê ye.

Ev êrîşên ku sivîlan dikin hedef, îflasa çeteyan û aliyên piştgiriya siyasî û leşkerî dide wan nîşan didin. Armanca êrîşkaran ew e ku tevlîheviyê di nava sivîlan de belav bikin û terora xwe li ser wan bidin ferzkirin. Wiha jî dengê gel ên kiryarên dewleta Tirk qebûl nakin, rawestînin.

Ev êrîşa terorî ya li dijî rêgezên mirovahiyê şermezar dikin. Wê israr û berxwedana gelê me ya li dijî dagirkeran zêde bibe. Gelê me ji bo parastina bajarê xwe bi israr e û wê li dijî hemû cûreyên destwerdanan derkevin. Ev êrîş lawaziya êrîşkaran û yên piştgiriya wan dike, dide nîşandan. Hemû hewldanên wan ên li dijî şêniyên bajarê Minbicê têk çûn.”