Li Derayê bomberdûmaneke giran tê kirin

Rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûs danê sibehê bomberdûmaneke giran li herêma Dera kirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê bi sedan fuze û bombe li herêma derayê barandin.

Hate ragihandin, bomberdûman piştî biserneketina danûstandinên navbera Rûsya û komên dawî yên çekdar pêk hat.

Midûrê Saziya Çavdêriyê Ramî Abdulrahman got, "Balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê hewl didin vê herêmê bikin mîna dojehê."

Operasyona li herêma Derayê 19'ê Hezîranê dest pê kir. Bomberdûmana ku sibeha Pêncşemê hate kirin, tê gotin ku ya herî giran e.

Cara yekê ye ku rejîma Sûriyeyê piştî sê salan nuqteyeke kontrola ewlekariyê ya li ser sînorê Urdunê bi dest xist.