Artêşa Tirk revandina sivîlan didomîne

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker revandina welatiyên sivîl ên li Efrînê didomîne, ji bo berdana wan jî daxwaza fîdyeyê dike.

Çeteyên Ferqey El Şam û El Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Satiya yê girêdayî navçeeya Cindirês a Efrînê duh di welatî revandin û ji bo berdana wan daxwaza gelek pereyan dike.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çete dest datîne ser malên welatiyên sivîl û malan vediguherîne baregehên leşkerî. Hate gotin ku bi heman rêbazê dest danîne ser mala welatiyê Efrînî yê bi navê Ehmed Hiso.

Çavkaniyan anî ziman ku çeteyan amûrên li mizgefta gund dizîne.

Li aliyê din heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan zeviyên simaqê yên gundê Satiya tar û mar kiriye. Li ser nerazîbûnên gel ên li dijî kiryarên çeteyan, çete kîloya simaqê bi 700 lîreyê Sûriye diyar kiriye û vê yekê li ser welatiyan dide ferzkirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji meha Hezîranê ve 140 sivîl revandibûn, Girva Meydankê jî di nav de bi dehan donum zevî jî şewitandibûn. Aqûbeta bi dehan kesî jî hê nediyar e.