Minbic ji nû ve zindî bû

Endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Emel Dede got, "Em bi hev re bi îrade û keda xwe xebitîn û me Minbic ji nû ve zindî kir."

Emel Dede ku jineke Tirkmen a ji Minbicê ye, li ser rewşa Minbicê ji ANF'ê re axivî. Dede bal kişand ser şerê giran ê li Minbicê qewimî û diyar kir ku piştî rizgarkirinê di demeke kin de bajar ji mayinan hate paqijkirin, pir hatin çêkirin, dibistan hatin paqijkirin û sererastkirin û bi rêya komîteyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê gelek xizmet hatin kirin.

Emel Dede bi bîr xist ku 4-5 meh piştî rizgarkirina bajêr, weke Meclîsa Sivîl wan xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û got, "Me meclîsên xwe yen qanûndanîn û rêveberiyê ava kirin. Me Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ragihand. Piştre jî komîteyên xwe ava kir. Gundên Minbicê gelekî zêde ne. Li navenda bajêr û gundan komun hatin avakirin. Di nava komunan de jî li gorî pêwîstiyê komîte hatin damezrandin."

Dede destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Minbicê bi rastî jî bi xwerêveberiyê hebû û got, "Çawa ku ji bo rizgarkirina Minbicê me xwîna xwe rijand, ji bo avakirina jiyan û sîstema xwe ya rêveberiyê jî em bi daxwaz û fedakariyeke mezin xebitîn. Rewşeke ewle afirî. Jin bûn xwedî maf û cihê xwe li nava rêveberiyê û her qada jiyanê girtin. Bi saya felsefe û nêrînên Rêbertî me cihê xwe di nava vê sîstemê de girtin. Em weke jinên Minbicî baş zanin ku bavê me, birayên me, ya jî kesekî din mafên me nedan me. Jin êdî li nava rêveberî, leşkerî, siyaset, asayîş, aborî û trafîkê cih digirin."

Endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê Emel Dede destnîşan kir ku wan bi hev re, bi ked û îradeya xwe Minbic ji nû ve zindî kirine û wiha pê de çû: "Di nava du salan de weke Rêveberiya Sivîl a Minbicê me karên ku dewletên mezin nekarîn bikin, kir. Li Minbicê aramî, hezkirin, siyaset, xizmet, bi kurtasî jiyan ji nû ve afirî. Û bi rengekî demokratîk û azad."

LI MINBICÊ TI CARÎ RÊVEBERIYEKE WIHA DEMOKRATÎK NEBÛ

Dede işaret bi sîstema hevserokatiyê kir û got, "Ji xwe bi vê sîstemê re em bûn xwedî rêveberiyeke demokratîk. Rêjeya tevlîbûna jinê ya li nava rêveberiyê 50 ji sedî ye. Rêveberiya me ji 132 kesî pêk tê. Hemû gelên li Minbicê li gorî rêjeya nifûsa xwe cihê xwe di nava rêveberiyê de digirin. 71 ji van ji gelê Ereb, 41 jê ji gelê Kurd, 10 jê ji gelê Tirkmen, 8 jê ji gelê Çerkez û 1 jî ji gelê Ermenî ye. Binerin, li Minbicê malbateke tenê ya Ermenî heye û ew malbat jî di nava rêveberiyê de nûnerê xwe heye. Li Minbicê ti carî rêveberiyeke bi vî rengî ya demokratîk ava nebûbû."

ME MINBIC RIZGAR KIR Û JIYAN JI NÛ VE LÊ SAZ KIR

Emel Dede li ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê û peyman ku tê gotin di navbera Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de hatiye îmzekirin axivî. Dede got, piştî ku wan Minbic ji nû ve zindî kir, hêzên koalîsyonê jî alîkarî da wan û wiha dewam kir: "Em alîkariya wan înkar nakin, lê belê weke gelê Minbicê em vê peymanê qebûl nakin. Minbic bi xwîna jin û mêrên Minbicî hate rizgarkirin. Saziyên îro li Minbicê hene ji aliyê gelê Minbicê ve tên birêvebirin. Eger li ser me peymanek bê amadekirin, herî kêm divê em aliyekî vê peymanê bin. Di peymanê de divê îradeya me jî hebe, biryar ame jî hebe. Ji ber ku xwediyê Minbicê em bi xwe ne. Me Minbic rizgar kir û jiyana li Minbicê ji nû ve ava kir."

OSO Û DEWLETA TIRK JI DAÎŞ'Ê NE CUDA NE

Dede destnîşan kir ku ew vê yekê ji rayedarên koalîsyonê re jî dibêjin û got, "Me ji wan re got, 'Eger wê hevdîtin û peymanek bê kirin, divê em aliyekî wê bin û gotina me di nav de hebe'. Ew jî zanin ku li Minbicê aramî heye. Me gelek caran ji wan re got ku gelê Minbicê dewleta Tirk û çeteyên wê naxwaze. Me bi mînakan ji wan re rave kir û got, 'Gelo dewleta Tirk Cerablûs, Bab, Ezaz ewle kiriye ku rabe Minbicê ewle bike? Li wan cihan kiryarên antî demokratîk, dizî, talan û komkujî hene'. Me ji wan pirsî bê di navbera wan û dewleta Tirk de li ser Minbicê peymaneke nivîskî heye yan na. Wan jî gotin, tiştekî wiha nîne. Gotin ku leşkerên Tirk û OSO wê nekevin nav Mİnbicê, leşkerên Tirk wê tenê li aliyê din ê çemê Sacûrê li dewriyê bigerin. Lê belê tişta ku me dixe nava fikaran ew e, rayedarên koalîsyonê dema gotin, 'Em ê nehêlin ku terorîst ji nû ve bikevin vê derê' tenê bal kişandin ser DAÎŞ'ê. Halbûkî em zanin ku yê DAÎŞ afirandiye Tirkiye bi xwe ye. Gava ku DAÎŞ li vir bû Tirkiye jê ne aciz bû, sînorê xwe ewle didît. Piştî ku Minbic hate rizgarkirin, dewleta Tirk qala ewlekariyê kir. Em weke gelê Minbicê, OSO û 'Hêzên Mertala Firatê' baş nas dikin. Dewleta Tirk, OSO, çeteyên din û DAIŞ ji hev ne cuda ne."

EM JI ÎRADEYA XWE PIŞTRAST IN

Emel Dede ji bo paşerojê got, "Em ê dest ji Minbicê û xurtkirina demokrasiya li Minbicê bernedin. Em bi îradeya xwe piştrast in. Me bi hêza xwe dest pê kir. Ya rast, ev hîn destpêk e. Em ji nû ve bi hêza xwe hesiyan. Em ê bi vê hêzê dewam bikin û bi ser bikevin. Bêguman ji bo dema bê, projeyên me hene. Me sîstema xwe çêkir û em bi pêş ve dibin."