Rêveberiya Efrîn û Şehbayê rapora Efrînê eşkere kir

Di rapora têkildarî Efrîniyên li Şehbayê hate amadekirin de,hate destnîşankirin ku ji ber bêderfetiyên tenduristiyên û mercên giran di nava gelên li gundan û kampên li herêma Şehbayê bicihbûne de nexweşiyên cihê peyda dibin.

Komîteya Dîplomasî, Têkiliyên Karê Derve ya Şehba û Rêveberiya Kantona Efrînê, têkildarî pirsgirêkên gel ên li Şehba û Şêrewa ji roja 20’ê Çileya 2018’an ve êrîşên dagirkerî û qirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê raporek amade kir. Di raporê de pirsgirêk û aloziyên gelên li Şêrewa, Şehba û gundan, dîsa gelên li kampan bi cih bûne hatin destgirtin.

Di rapora hemû dane û raporên saziyên ku ji bo Efrînê kar kirî cihgirtin de, bal tê kişandina ser pirsgirêkên mîna aborî, tenduristî, perwerdehî û gelek pirsgirêkên din ên civakî.

Di raporê de bal hate kişandin ji şerê  navxweyî yê sala 2011’an ê li Sûriyeyê destpê kirî ve bi hezaran malbatên Ereb li Efrînê hatibûn bicihkirin û ev tişt hate gotin: “Bi salan ne hêzên navdewletî û ne jî ti sazî destek neda pirsgirêkên koçberan ên li van herêmê dijîn.”

Di raporê de hate bibîrxistin ku Efrîn yek ji cihê herî aram ku gelên Sûriyeyê jiyana xwe lê diboran din bû û ev tişt hate gotin: “Ji gorî wan Efrîn, cihêrengiya dîn, etnîk û aramiyê, di bin sêwana Rêveberiya Xweser a Kurd de di nava aştî û aramiyê de bûn. Efrîn hem ji aliyê dewleta Tirk hem jî ji aliyê çeteyên cîhadî ve di nava dorpêçê de bû. Ji ber vê di warê aborî de rewşa wê xira bû. Tevî vê jî nêzî 300 hezar Ereb li Efrîn û derdorî wê hatibûn bicihkirin. Ji ber vê rêveberiya xwecihî, li neçar ma ku li mizgeft, dibistan, li stasyonên Qetme, Kafr janna û Mîdan Akbazê û li cihên din bicih bikin. Gelek koçber li mal û avahiyan hatin bicihkirin. Kampa Koçberan a Şehîd Rûbar hate avakirin û li vê kampê nêzî 3 hezar koçber hatin bicihkirin. Hemû pêdawîsiyên vê kampê ji aliyê rêveberiya xwecihî ve hate pêşwazîkirin.”

Di raporê de li ser biratiya gelan, şideta li ser jinê, dîsa zewaca di temenê biçûk û neyîniyên wê yên li ser zarokan civîn hatiye kirin û wiha hate domkirin: “Armanca van civînan ew e ku êş û tranvayên ku ji ber şer li ser mirovan kirî bên derbaskirin û di nava jiyana xwe ya asayî de bikarin bijîn. Her wiha rêveberiya xwecihî li nava ji bo veguhestinê wesayît dabîn kirin û ji bo ev koçber bikarin bijîn bûye alîkar. Dîsa li nava kampan ji bo jin bikarin debara xwe bikin kar ji bo wan hatiye dabînkirin. Piştî sala 2013’an û şûnde koçber zêde bûn li navbear Der Jemal û Kashtar ê kampeke nû hate çêkirin. Ewlekarî û pêwîstiyên koçberên li Erînê ji aliyê rêveberiya Efrîn û saziyên sivîl ve haitn pêkanîn. Lê ji aliyê saziyên navneteweyî ve ti alîkarî û piştgirî ji bo van koçberan nehate kirin."

DI ÊRÎŞÊN ÇETE Û DEWLETA TIRK DE BI DEHAN SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAN

Di rapora tê de hate bibîrxistin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi hefteyan êrîşî bajar û gundên Efrînê hate kirin û wiha hate gotin: “Bi hezaran mirovên ji gund û navçeyên Efrînê koç kirin, li navenda Efrînê kom bûn. Her ku êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê dom kirin, bi sed hezaran welatî berê xwe dan navenda Efrînê. Ji ber êrîşên topan ên li ser taxan û êrîşên hewayî mirov di mala xwe de birîndar bûn, gelek jî jiyana xwe ji dest da, her wiha gelek sivîl jî ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyê wê demê yên Nexweşxaneya Avrînê li gorî dîroka 13’ê Adara 2018’an 238 sivîl jiyana xwe jidest dabûn, 706 sivîl jî birîndar bûbûn.  Gelê sivîl ê 58 rojan êrîşên dewleta Tirk û êrîşên hewayî li ser hatin kirin, ji herêmê derketin, dîsa êrîşên hewan û topan li ser hatin kirin. Bi taybet nexweşxane, çavkaniyên avê û firin bû hedefa êrîşan. Nexweşxaneya Avrîn 16’ê Adara 2018’an ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin û bi temamî hate rûxandin. Ji bo ku gelê Efrînê neyê qirkirin neçar ma ku berê xwe bide Şehbayê. Di dema koçkirinê de ji ber ku gelek welatiyan wesayît nebûn neçar man ku zarokên xwe li ser mil û pişta xwe tevî sir û sermayê bi rê bimeşin. Gelek welatiyên bi temen ji ber kirîza dil di rê de mirin.

GELÊN LI ŞEHBAYÊ SITIRÎN DI NAVA BÊ DERFETIYÊ DE LI BER XWE DIDIN

Beşeke mezin ê Herêma Şehbayê berê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de hatibûn hilweşandin. Her wiha mayînên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn danîn jî hê mabûn. Herêma Şehbayê dervetekî ewqas nebû ku bi sed hezaran koçberên ji Efrînê derketîn bi cih bike. Elektirîk û sîstema avê ya li Şehbayê ji ber êrîşan ziyan dîtibûn. Îro pêwîstiyên elektirîkê ji matoran tê dabînkirin."

Di raporê de hate bibîrxistin ku bi hevkariya rêveberiya Efrîn û Şehbayê karîn pêwîstiyên gel bên dabînkirin  û tîmên tenduristiyê yên ji aliiyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatibûn amadekirin, 24 saetan rewşa gel a tenduristiyê dinêrin.

Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku li Şehba 3 kampên Serdem, Berxwedan û Efrîn hatine avakirin û ev tişt hate gotin: “Ji ber neçêkirina sîstema binesazî, ji ber rewşa ava qirêj li kampê nexweşiyên gurçik ên welatiyên li kampan dijin derketine pêş. Dîsa yek ji pirsgirêka din kêmbûna derman heye. Nexweşên giran tê rêkirina Hatay û Helebê, ji ber dorpêçê rê jî bi xeter in. Qirêjiya hewa û avê pir zêde ye. Ji bo xwe parastina ji dupişk û maran bi qasî tê xwestin tevdîrên pêwîst nîne.”

JI BER MERCÊN XIRAB GELEK PIRGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ DERDIKEVIN PÊŞ

Di raporê de hate gotin ku ji ber bêderfetî û mercên giran ên li gundên herêma Şehba û Şêrewa dîsa Kampên Serdem, Berxwedan û Efrîn ên li Herêma Şehbayê hatine bicihkirin, gelek nexweşiyên derketine pêş.

Di raporê de bal hate kişandina ser nexweşiyên mîna penceşêr, werem, Hepatît b, sorik, bêxew yê, her wiha jin û zarok jî bi nexweşiyên belavker re rû bi rû ne.

Rêxistina Navneteweyî  û UNICEF ji bo zarokên ji cih û werên xwe yên Efrînê koçber bûn, heta niha tiştek nekiriye û ev jî bûye sedem ku nexweşiyên belavker û giran hê zêdetir bibin û belav bibin.”