QSD’ê têkildarî çalakiyên Bagera Cizîrê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya QSD’ê, têkildarî çalakiyên di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dabû destpêkirin de daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê, têkildarî çalakiyên di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ên ya navbera 24’ê Hezîranê heta 05’ê Tîrmehê de lidar xistine, daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê û piştî rizgarkirina bajarokê Dişîşa ê dikeve başûrê Hesekê û şûnde hêzên me 24’ê Hezîranê heta 05’ê Tîrmeha 2018’an rêze çalakiyên xurt li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne.

Di çarçoveya pêngava de ku ji aliyê Şedad û Holê jî di nav de dom dike, qadeke 330 km2 ku 31 gund li xwe digire hate rizgarkirin.

Li gel rizgarkirina gundên bi navê Tiwêmiyê, Se’ida, Soyan, Hewîca, Reyhaniyê, El-Seracî, Xedîr Ebdella, Elmedîna, Wadî Elşok, Celxem, Xêra xerbî, Zixîr, Eldebça, Cilêb Neda, Xêra şerqî, Seqar, Wadî Ebû Hemdî, Wadî Elşeca, Sehayêm, Kulêb Foqanî, Elsîha, Ebû Fas, Riwêh, Xezîm, Mişêrfa, Kulêb Tehtanî, Abar Elebid, Elecraş, Elecrûş û Kelka ve bi dehan gundik û bi sedan sivîl hatine rizgarkirin.

Hêzên me herî kêm 4 caran bi çekên giran, navî û sivik bi çeteyên DAIŞ’ê re şer kiriye.

Her wiha roja Pêncşemê li her du eniyan di navbera hêzên em û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rûdaye. Hemû hewldanên çeteyan ên ji bo pêşveçûna hêzên me asteng bikin jî vala hatiye derxisin, 4 çete hatiye kuştin û 8 çete jî bi saxî hatine girtin.

Her wiha di van şera de gelek çek û cebilxane jî ketine destê şervanên me. Çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin wiha ne; bêtêlek, 3 keleşnîkof, 1 M60, 1 Roketavêj RGB, gelek bombeyên destan û depoyek a topên hewanan.

Di şerê rûdayî de şervanekî me şehîd bûye, 3 şervan jî birîndar bûne.

Her wiha balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî li 4 navendên DAIŞ’ê dane, 8 çete hatine kuştin, 2 wesayît, motorsiklêtek jî hatiye rûxandin. Her wiha navendekî ya DAIŞ’ê bi temamî hatiye rûxandin.”