YPG’ê nasnameya 4 şervanan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPJ’ê û şervanekî YPG’ê eşkere kir yên ku li Efrîn û Şedadê şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên YPJ’ê û şervanekî YPG’ê eşkere kir yên ku li Efrîn û Şedadê şehîd bûbûn.

YPG’ê têkildarî şehadeta 4 şervanan ev agahî par ve kir;

“Li hember kiryarên faşîzan û dagirkerî a topyekûn ya dewleta Tirk a dagirker, berxwedaneke topyekûn tê raberkirin. Her bihostek axa Efrînê ku şahidiya berxwedanek dîrokî a li hember dagirkeriya dewleta Tirk dike, li ser navê tekoşîna me ya azadiyê berdêlên mezin tên dayîn. Berxwedana bi heybet a ku tê kirin, her hevalê me a di nav têkoşîna azadiyê de li hember dijmin bi seknekî mîlîtanî ku serî netewandiye bûye nîşaneya ku di nav berxwedaneke çawa de ne.

Yek ji wan berxwedana jî komek hevalê me li navçeya Efrîn Şera gûndê Malikiyê dema diçûn peywirê ketine kemîna dijmin. Ev kemîn bi bersivdayîna hêzê me bûye pevçûneke mezin. Di nav vê pevçûnê de kuştî û birîndarên dijmin heye û lê derbarê hejmarên wan de agahiyek zelal neketiye dest. Di encama vî şerî de 2 ji wan hevalên jin bi giştî 3 hevalên me heya fîşeka xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê. 

 Di dema şerê dijwar de rêhevalên me Agir Kop, Arjîn Rûstem Cûdî û Sarya Rizgar bi rihekî hevparastinê, girêdaybûna bi hevaltiyê çawa dibe bi seknekî mîlîtanî danîne holê. Her 3 hevalên me ku di destpêka Berxwedana Serdemê ya Efrînê heya niha li hember dijmin de ji sekna xwe de tawîz nedane.

Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd wiha ye:

Nasnav: Agir Kop

Nav û Paşnav: Ramazan Ekmekçî

Navê Dayikê: Gûllû

Navê Bav: Elî

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018'an

***

Nasnav: Arjîn Rustem Cudî

Nav û Paşnav: Ceylan Horo

Navê Dayikê: Firyel

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Malikiyê / 30'ê Hezîrana 2018'an

***

Nasnav: Sarya Rizgar

Nav û Paşnav: Gurbet Taksun

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018'an

Di heman demê de di dîroka 18’ê Hezîranê  2018’an de li Şedadê rêhevala me Bêrîtan Zinar ku dema bi  erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd bûye. Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Berîtan Zinar

Nav û Paşnav: Sozdar Mustafa

Navê Dayikê: Heyfe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2018'an