Li Derayê çi dibe?

Herêma Derayê ya Sûriyê ku sînorê girê Golanê ye, di bim bonbeyan de ye. Bi sed hezaran kesî koç kir. Hêzên rejîmê xwe gihandin ser sînor.

Operasyona li ser Derayê 19’ê Hezîranê hate girankriin. Hêzên Sûriyê bi desteka hewayî ya Rûsya operasyona dike. Rejîma Sûriyê ji 2012’an ve cara pêşî ye piştî ku Şam û derdora wê kontrol kir niha jî Dera û Kuneytra da ber xwe.

Dera yek ji wan deveran e ku 2011’an serhildanê dest pê kirî. Li herêmê bi taybetî komên çekdar ên bi alîkariya Tirkan hene. Rejîma Sûriyê û Rûsya bi heman koman re muzakereyan dikin, beriya bi demeke nêz DYA’yê alîkariya xwe ya ji komên çekdar kişandibû. Rêveberiya Washîngtonê mesaj dabû ku ew ê mudaheleyê li operasyoneke pêkan a Sûriyê nekin.

DI ROJEKÊ DE 2.350 BOMBARDUMAN

Pêrşemê li ser Derayê gelekî bombe hatin baradin. Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê Sûriyê û Rûsyayê di rojekê de 2.350 cara êrîşa hewayî û êrîşa bi topan kirin.

BI SEDAN KES MIRIN

Tê gotin ji 19’ê Hezîranê ve 150-200 kes hatine kuştin. Di nav van de 60 jê zarok û jin in.

325 HEZAR KES JI CIHÊ WAN HATE KIRIN

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand 325 hezar kes li herêma Derayê ji cihê wan hatine kirin. Komîser Filîppo Grandî got li ser jiyana 750 hezar kesî taloke heye. Grandî got bi piranî kesên ku ji cih hatine kirin xwe li sînorê Urdunê girtine û bi şertên kambax dijîn. Grandî got, ‘’60 hezar kes li ser sînorê Urdunê kamp danîne.’’

DANÛSTANDIN

Tê payin ku komên çekdar ên li başûrê Sûriyê û Rûs dîsa li hev rûnin. Piştî ku lihevrûniştinên berê ti encam bi xwe re neanî Pêrşemê gelek bombe hatin barandin. Ev êrîş wiha hatin şîrovekirin ku Rûsya û rejim dixwazin komên çekdar şertên Mowkowê qebûl bikin. Rûsya li ser navê rejîmê dixwazê ku komên çekdar çekên xwe bihêlin. Komên çekdar diyar dikin ku ew ji danûstandinan re amade ne lê ji bo vê agirbestê dixwazin. Komên çekdar ewlehiyên rastîn û di bin banê NY’ê de danûstandinên nû dixwazin.

KONTROLA XETA SÎNOR KETE DESTÊ REJÎMÊ

Rejîma Sûriyê Înê jî êrîşa hewayî bire ser herêmê û bombeyên warîlê avêtin. Lê li gorî ya beriya wê bi rojekê êrîş siviktir bû.

Bi peymanên komên çekdar re nêzî 30 jîgeh ketin kontrola rejîmê. Bi encama operasyonê ji sê paran du jê yên Derayê kete ber kontrola rejîmê. Beriya niha jî tenê 30 ji 100’î bi kontrola rejîmê bû.

Rejîm piştî bi 3 salan xwe gihande herêma Derayê ya bi Urdunê re sînor e. Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê got komên çekdar 275 hezar km bi dirêjahî û berfirehiyê bi dest hêzên rejîmê ve berdaye.