OPCW: Di êrîşa Dumayê de gaza hêrisê nehate dîtin

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir di êrîşa Dumayê de ya li Sûriyê ku Nîsanê pêk hatibû wan ti nîşaneyên gaza hêrisê nedîtine.

OPCW’yê di daxuyaniyê de li ser êrîşa li Dumayê, ya Sûriyê ku Nîsanê pêk hatibû û hatibû gotin gaza hêrisê hatiye avêtin agahî bi raya  giştî re par ve kir.
Li gorî rapora OPCW’yê di êrîşa navborî de ti nîşaneyên têkildarî gaza hêrisê nehatiye dîtin. Di raporê de her wiha hate gotin di lêkolînan de wan ti fosfora organîk a bi gaza hêrisê an jî parçeyên wê nedîtine.
Lê di raporê de hate gotin gelek parçeyên madeyên teqemeniyê û gelek parçeyên madeya bi kolarê dîtine.
7’ê Nîsana bihurî hate gotin li Dumayê, ku artêşa Sûriyê û balafirên Rûs operasyon dikirin, hatibû gotin ku di êrîşekê de çeka kîmyewî hatiye avêtin. Di êrîşê de bi kêmanî 48 kes miribûn û bi dehan kes birîndar bûbûn.
Rejîma Sûriyê û Rûsya gotibûn dema êrîşê dibe ku kloara li derdorê ya ku bi armancên cuda têne bikaranîn dibe ku li derdorê berbelav bûbe.