YPG: Li Efrînê 4 leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin

Hêzên YPG/YPJ'ê li Efrînê nahêlin bêhn bê ber leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Di çalakiyên vê dawiyê de 4 leşkerên Tirk û 5 çeteyên wê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de, dawiya meha Hezîranê û destpêka meha Tîrmehê li dijî artêşa Tirk ad agirker û komên wê yên çete çalakî hatine kirin.

LI SER RÊYA EFRÎN MABETAYÊ LEŞKEREKÎ TIRK HATE KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê, 30'ê Hezîranê li ser rêya navbera Efrîn û Mabetayê li pêş çeteyên Feylaq Şam kemîn hatiye danîn û di çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.

4 ÇETE LI ŞERAYÊ HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir ku hêzên wan roja 1'ê Tîrmehê li baregeheke çeteyên Feylaq Şam dane û di vê çalakiyê de ku li herêma navbear gundên Meryemîn û Malikiyê yên Şerayê hate kirin, 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

LI NAVENDA EFRÎNÊ 3 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 2'ê Tîrmehê li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sabotajê hate kirin û 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

ÇETEYEK BI SÛÎQESTÊ HATE KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, 2'ê Tîrmehê li ser rêya Efrîn û Racoyê bi sûîqestê çeteyekî koma Firqet Hemze hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, 3'ê Tîrmehê jî piştî şopandineke demdirêj hêzên wan li bargeheke çeteyên Ehrar Şerqiye xistne, lê hejmara çeteyên hatine kuştin û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.

HEJMARA DAGIRKERÊN HATIN KUŞTIN BÛ 2502 KES

Li gorî daxuyaniya navendê, ji destpêka êrîşên dagirkeriyê û vir ve 2502 leşker û çeteyên dewleta Tirk li Efrînê hatine kuştin.