Li Efrînê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî bi ser gundê Kobake yê navçeya Mabata ya Efrînê de girtin, dest danîn ser hemû navgînên ragihandinê yên gel û 4 welatî revandin.

Li gorî agahiyên ku gundiyên Gobekê dayî ajansa ANHA’yê, çeteyên Lîwa El-Şemal, El-Cebhe El-Şamiye û Ehrar El-Şerqiya duh 4 welatiyên ji gund revandine. Li gorî agahiyan navê kesên revandî wiha ye: Emîr Mistef bin Mihemed bin Nûr (20), Gilgil Hemû bin Menan (55), Mihemed Hesen bin Abidîn (30) û Xebat Şahîn bin Mustefa (31).

Çavkaniyan diyar kir ku welatiyên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.

Her wiha hate ragihandin ku piştî leşker û çeteyên dewleta Tirk ketine gund, êşkence li hemû ciwanên gund kirine, mal û milkên welatiyan talan kirine û gef xwarine ku tu kes di derbarê bûyerê de agahî nede, parve neke.