Li Kobanê komxebata Jineolojiyê dest pê kir
Li bajarê Kobanê bi dirûşma "Li dijî zayendîperestiya civakî em dibêjin Jineolojî" komxebatek pêk tê.
Li bajarê Kobanê bi dirûşma "Li dijî zayendîperestiya civakî em dibêjin Jineolojî" komxebatek pêk tê.
Navenda Lêkolînê ya Jinolojiyê ya Herêma Firatê li Kobanê komxebata Jineolojiyê pêk tîne.
Komxebat li saloneke li navenda bajêr pêk tê û tevî endamên Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê nûnerên saziyên rêveberiya xweser û partiyên siyasî tevlî bûn.
Li salona komxebatê pankarta bi nivîsa "Ji bo avakirina jiyana azad û hevpar Jineolojî", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin.
Di komxebatê de wê mijarên; 'zayendîperestiya civakî', 'zewaca di temenê biçûk de' û 'tundiya li dijî jinan' bên nîqaşkirin.