Li Efrînê di du mehan de herî kêm 29 jin hatin revandin

Li Efrînê ya ku Tirkiyeyê dagir kiriye di du mehên dawîn de herî kêm 29 jin hatine revandin. Tê diyarkirin ku ji ber revandin, şîddet û zextan xwekuştin jî zêde bûye.

Li gorî nûçeya ANHA’yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kiriye ku komên çeteyan dest danîye du xanîyên ku jin û zarok tê de bûne û malbatên xwe li wir bi cih kirine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan di du mehên dawîn de herî kêm 29 jin hatine revandin û aqûbeta gelek kesan jî nayê zanîn. Tê diyarkirin ku jinên ku bi darê zorê hatine revandin, fîdye ji malbatên wan tê xwestin.

Li gorî heman nûçeyê ji ber revandin, êşkence û tecawizê gelek jin xwe dikujin. Derbarê xwekuştina jinan hê bîlançoyeke rasteqîn tune.

Hûriye Mihemed a 70 salî ya ku ji aliyê çeteyên Cebhet El Şamîye hatibû revandin piştî êşkenceyeke giran di 6’ê Îlonê de rehmet kir.

DI 19 ROJAN DE 101 KES HATIN REVANDIN

Li gorî ajansa ANHA’yê dewleta Tirk û çeteyên wê di 2 mehên dawîn de nêzî 140 sivîlên ji Efrînê revandiye. Li gorî bîlançoya ku ANF’ê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye di navbera 16-19’ê Îlonê de herî kêm 24 kes hatiye revandin û ji serê meha Îlonê ve herî kêm 101 kes hatine revandin. Ev jî diyar dike ku herî kêm 5 kes hatine revandin. Tê diyarkirin ku hejmara rastîn zêdetir e.

Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û di 18'ê Adarê de bajar dagir kir. Ji dema dagirkirinê ve bi rêk û pêk sûcên şer tên kirin. Her roj malên sivîlan tên desteserkirin, sivîl ji bo wergirtina fîdyeyê tên revandin, êşkence li sivîlan tê kirin an jî tên kuştin.