Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Heleb hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Mihemed Xelîl (Mahîr Heleb) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Mihemed Xelîl (Mahîr Heleb) ku dema bi erka xwe radibû di encama sekteya dil de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqiqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê QSD’ê Yekta Kobanê ji malbat û rêhevalên wî re sersaxî xwest û wiha got; “Şehîd Mahîr ji têkoşer û şervanên destpêkê bû ku parastina xak û gel xwe li hember komên çete kir. Her wiha roleke girîng di şerê rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîst. Heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da. Li ser vê bingehê, em hêzên leşkerî ji wî û tevahî şehîdan re soza xwe nû dikin ku li ser rêça wan bimeşin û parastina destkeftiyên bi xwîna wan pêk hatin, bikin."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Nasir nesar jî axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û got ku ew ê li ser rêya şehîdan bin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Mihemed Xelîl (Mahîr Heleb) li goristanê veşartin.