HRE'yê li Ezaz û Mare çalakî kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezaz û Mareyê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, makîneyeke kar jî hate rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezaz û Mareyê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, makîneyeke kar jî hate rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên li Ezaz û Mare yên dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiyên wan ên li derdora Ezaz û Mare yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi rengekî bênavber didomin.
Hate gotin, di 24'ê Îlonê de li gundê Kefer Kilbîn a herêma Ezazê li dijî koma terorîst a ser bi artêşa Tirk ve çalakiyek hatiye kirin û di encamê de makîneyeke kar a li çeperên koma çeteyan hatiye rûxandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li bajarê Mareyê jî heman demê komek ji çeteyan bû hedefa tîmên wan ên sekvaniyê û di encamê de çeteyek hate kuştin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku di navbera 23 û 24'ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi topan û hawanan êrîşî gundên Mer'enaz, Malikiyê yên navçeya Şera ya Efrînê, gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa û gundên Herbil, Şêx Îsa û bendava gundê Semûqa yên herêma Şehbayê kirin, ji ber êrîşê zerar li sivîlên li herêman bû.