Li Ezazê dema wesayiteke çeteyan derbas dibû teqînek pêk hat
Li bajarokê Exterînê yê li başûrê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, dema ku wesayiteke çeteyan derbas dibû teqînek pêk hat.
Li bajarokê Exterînê yê li başûrê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, dema ku wesayiteke çeteyan derbas dibû teqînek pêk hat.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, dema ku wesayita çeteyên dewleta Tirk derbsa dibû teqînek pêk hatiye, lê agahiyên berfireh nehate wergirtin.
Di 9'ê Îlonê de jî li navenda bajarê Ezazê tankereke mazotê ya bombebarkirî teqiya bû.
Di 3'ê Îlonê de li Ezazê wesayiteke bombebarkirî teqiya bû û herî kêm 8 kes birîndar bûbûn.
Di 30'ê Tebaxê de li Ezazê dema wesayita çete Alî Tamer Şeyh derbas dibû teqînek pêk hatibû û alîkarê wî hatibû kuştin.