HRE: Li Efrînê 4 leşkerên dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li Efrînê de 4 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Hêzên me bi rêzeçalakiyên bi bandor liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û baregehên wî ên li herema Efrînê kirin hedef, di rêzeçalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Roja 22’ê Îlonê hêzên me çalakiyeke bi bandor li dijî çeperên artêşa Tirk a dagirker li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dar xistin, di encamê de çeperek hat rûxandin û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Heman rojê hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li ser rêka gundê Basûtê û Efrîn seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker kirin hedef, di encamê de seyareya zirxî derb xwar.

Di heman dîrokê de hêzên me li pêşiya barageha artêşa Tirk a dagirker a li derdora gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera çalakiyeke sabotajê li dar xistin, di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Di dîroka di navbera 20 – 22 Îlonê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û fûzeyên Girad herêmên sivîlan ên li gundên navçeya Şera Malikiyê, Şewarixa, Kela Şewarixa, Eyin Deqnê û gundên navçeya Şerawa Aqîbê, Bênê, Soxanekê her weha gundên herêmên Şehba Til Rif’et, Bîloniyê topbaran kirin. Di topbaranê de ziyanên madî gihişt mal û zeviyên gundiyan.”