QSD’ê ragihand ku li Dêra Zorê serçeteyek hatiye kuştin

Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku serçeteyê berpirsê peydakirina çek û bicihkirinê ya huncreyên DAÎŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî li Dêra Zorê hatiye kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ku daxuyaniyek nivîskî da got: “Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD’ê bi armanca girtina serçeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî li gundê Riz a herêma Bisêra ya Dêra Zorê dest bi operasyonekê kirin. Ebû Umer El-Sûrî ji bicihkirin û peydakirina çekan a ji bo hucreyên DAÎŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkdar bû. El-Sûrî yê ji civîneke DAÎŞ’ê divegeriya li herêmê amadekariyên êrîşên nû dikir.

Serçeteyê ku ji ber operasyona me nekarî  bire, dema ku hêzên me bang radestbûnê dikir hewl da bombeyan êrîşî şervanên me bike, li ser vê hate kuştin.”