Çeteyên dewleta Tirk li Helebê sivîlek qetil kir
Çeteyeên El-Hemzat ên dewleta Tirk a dagirker li Helebê bi ser malan de girtin û M.A yê 75 salî qetilkir û 37 hezar Lîrayê Sûriyê dizîn.
Çeteyeên El-Hemzat ên dewleta Tirk a dagirker li Helebê bi ser malan de girtin û M.A yê 75 salî qetilkir û 37 hezar Lîrayê Sûriyê dizîn.
Êrîşên dij mirovahî yên komê çete yên dewleta Tirk a dagrker ên li ser welatiyên herêmê didomin.
Herî dawî çeteyên El-Hemzat yên dewleta Tirk a dagirker li Helebê bi ser mala M.A yê 75 salî yê Efrînî de girtin. Di serdegirtinê de M.A li serî rakir û ji aliyê çeteyan ve bi awayekî hovane hate qetilkrin. Li aliyê din çeteyan hevjîn û kûrê M.A bi hev ve girêdan.
Piştre endamên çeteyan li malê legerîn kirin û 37 hezar Lîreyê Sûriyeyê jî dizîn.
Hate diyar kirin ku bûyer beriya niha çêbûye û ji ber tirsa komkujiyê ya çeteyan endamên malbatê bûyer ji kesekê re ne gotine.