Li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê rewş çi ye?
Rayedarê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê gefên dagirkerî û êrîşan biçûk nabînin. Êrîşa li ser vê herêmê wê ji bo Tirkiyeyê rê li encamên wisa veke ku Tirkiye jî bîra van encam nabe.
Rayedarê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê gefên dagirkerî û êrîşan biçûk nabînin. Êrîşa li ser vê herêmê wê ji bo Tirkiyeyê rê li encamên wisa veke ku Tirkiye jî bîra van encam nabe.
Gefên dagirkeriyê yê Serokkomarê Tirk Erdogan yên li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê tê şopandin. Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê,fermandarên QSD’ê diyar dikin ku daxuyaniyên Erdogan ên di 17’ê Îlonê de wekî paşvegavavêtina ji mûtabakata 7’ê Tebaxê ye. Ji ber vê jî gefên dagirkeriyê yê Erdogan bi cîddî li ser wan tê sekinandin û li hemberî vê rewşê tevdîr tên stendin.
Rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê diyar dike ku ew şertên mûtabakata Enqereyê bi cih tînin û wê ji vî tiştî zêdetir tiştekî din nekin. Li gorî mûtabakata di 7’ê Tebaxê de, wê hêzên QSD’ê bi qasî 5 kîlometreyan xwe ji sînor vekişînin, wê çekên giran li heremê tunebe û wê herêm di bin însîyatîfa meclîsên leşkerî yên herêmî be. DYE, leşkerên Tirkiyeyê û endamên Meclîsa Leşkerî ya Herêmî wê dewriye bigerin. Wekî ku tê diyarkirin ku ev mûtabakat li ser Tel Ebyad û Serêkaniyê ye. Hemû gavên mûtabakatê hema bibêje pêk hat. Fermandarên leşkerî yên DYE’yê yên li herêmê diyar dikin ku ev gav zû hatine avêtin.
Mijareke din a mûtabakatê jî vegerandina penaberan e. Erdogan dixwaze ku 3 milyon penaberên ji Sûriyeyê li herêmê werin bicihkirin, xanî ji wan re were lêkirin û bi awayekî mayînde li vê derê bimînin. Dixwaze axa ku gel a niha li ser wê dijî, bidin mirovên ku ji herêmên din koç kirine û demografiya herêmê bide guherandin. Rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê jî diyar dike ku penaberên ji herêma wan derketine, ew dikarin malovantiyê ji wan re bikin lê kesên têkiliya wan bi komên wekî DAÎŞ û Nûsrayê heye jî wê werin darizandin. Ji DYE û Tirkiyeyê hatiye ragihandin ku wê meseleya li ser penaberan bi tenê ev be. Tirkiyeyê di hefteya pêşîn a Tebaxê de, şertên vê mûtabakatê qebûl kiriye û peyman çêbûye.
HELWESTA DYE’YÊ
Rayedarên DYE’yê diyar dikin ku ji bo Tirkiye êrîşî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê neke, wê hewldanên xwe yên dîplomatîk bidomînin. Rayedarên leşkerî û siyasî yên DYE’yê di navbera QSD û rêveberiya Enqereyê de diçin û tên. DYE plana dagirkeriyê ya Enqereyê qebûl nake lê dixwaze sûdê ji vê alozîyê werbigire. DYE dixwaze sûdê ji gefên Tirkiyeyê werbigire û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li gorî perspektîfa xwe ava bike. Pê re dixwaze Tirkiye jî li ber destê wan be. DYE dizane ku Rûsya di vî warî de Tirkiyeyê sor dike. Heke Tirkiye êrîşî vê herêmê bike wê DYE nebe alîyekî vî şerî. Lê Tirkiye heta ku ji DYE’yê destûrê nestîne nikare fîşekekê jî biteqîne.
HELWESTA RÛSYA, ÎRAN Û ŞAMÊ
Hevdîtinên di navbera Rûsya, Şam û rayedarên Kurdan didome. Rayedarên ji Bakurê Sûriyeyê diyar dikin ku divê di çarçoveya yekparetîya Sûriyeyê ev kêşe were çareserkirin. Rûsya û Şam jî dixwaze li hemberî gefên Tirkiyeyê, herêm radestî hêzên rejîmê bibe, alaya Sûriyeyê were daliqandin û unîformaya Sûriyeyê were lixwekirin. Li hemberî vî tiştî jî car caran dikare perwerdehîya bi Kurdî were kirin lê ji bo naskirina nasnameya Kurdan li herêmê tu nîşan tune. Li ser navê Bakurê Sûriyeyê heyetek çend roj berê li Şamê hin civîn li dar xist lê derbarê encamên wê hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di hevdîtinên borî de diyar kiribû ew dixwazin di Komîteya Destûra Bingehîn de cih bigirin, heke cih negirin wê biryarên vê komîteyê nas nekin. Ev rewş di demên pêş de wê bibe sedema alozîyekê û wê têkeve rojevê.
Rayedarê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê gefên dagirkerî û êrîşan biçûk nabînin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Kobanê diyar dike ku Erdogan di navbera Rûsya û DYE’yê de asê maye û Tirkiye ditengije. Kobanê diyar dike ku Erdogan ji bo kêşeyên navxweyî şer wekî rêya çareseriyê dibîne, şerê li Bakur û Başûrê Kurdistanê têra wî nake û ji ber vê jî dixwaze êrîşî Rojava bike. Wisa diyar e heke Tirkiye êrîşî vê derê bike, wê encamên cihê derkevin holê yên ku Tirkiye ne li benda wan e. Biryardariya gelê herêmê, bi deh hezaran şervanên ku hatine perwerdekirin û amadekariya salan wê ji bo Tirkiyeyê rewşeke dijwar be. Rayedarên Bakurê Sûriyeyê diyar dikin ku ew şer naxwazin lê di rewşa heyî de wê bi paş ve gavan neavêjin. Hin pêngavên ku Rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê wê biavêje wê hilweşandina Erdogan bilezîne û dikare li Sûriyeyê polîtîkayên Erdogan pûç bike.