Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebadî Hemûd spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebadî Hemûd El Elî (Mezlûm Cezra) yê 25’ê Îlonê şehîd bûbû, li Dêra Zorê bi merasîmekê spartin axê.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebadî Hemûd El Elî (Mezlûm Cezra) yê 25’ê Îlonê şehîd bûbû, li Dêra Zorê bi merasîmekê spartin axê.
Bi sedan şêniyên gundewarên Dêra zorê, endamên saziyên sivîl, saziyên leşkerî, endamên MeclÎsa Sivîl a Dêra zOêr û endamên MeclÎsa Jinan cenazeyê şervanê QSD`ê Ebadî Hemûd El-Elî (Mezlûm Cezra) ku 25`ê Îlonê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb spartin axê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat lidarxistin. Piştre ji fermanarên QSD`ê Zagros Ehmed, bi navê malbatên şehîdan Xeldûn El-Xalid û bi navê Meclîsa Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş axivîn.
Di axaftinan de îşaret bi rola şehîdan û têkoşîna wan hat kirin, her wiha hat destnîşankirin ku ew ê destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.
Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê û pêkanîna aramî û ewlehiy li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyan spartin axê.