Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê darên zeytûnan şewitandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê 200 darên zeytûnê şewitandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê 200 darên zeytûnê şewitandin.
Qetilkirina xwezayê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bê navber dewam dikin.
Li gorî nûçeya ANHA ya ku agahiyan dispêre çavkaniyan herêmî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê agir berdan darên zeytûnan. Di şewatê de 200 darên zeytûnê bûn xwelî.