Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Quteybe El-Enadî (Quteybe) ji bera Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û bi kerwanekê ji dehan wesayîtan pêk dihat ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin, ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale û li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Husên Selmo, axivîn.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûryeyeke azad a demokratîk ji tevahî pêkhateyên wê re da.
Piştre nasnameya şehîd Quteybe hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta Kanîwar Îbrahîm(Adil) ê ku herêma Xakurkê yê çiyayên Kurdistanê li şehîd bûbû, eşkere kir.
Cenazeyê şehîd Quteybe di nava tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan de spartin axê.