Çeteyê DAÎŞ'ê Balûşa: Em li Aksarayê hatin dermankirin

Çeteyê DAÎŞ'ê yê Filistinî Mûhammed Balûşa ku di destê QSD'e de ye, diyar kir ku di salên 2016-2017'an de li maleke DAÎŞ'ê ya li Stenbolê maye û mîna DAÎŞ'iyên din li nexweşxaneyeke taybet hatiye dermankirin.

Yek ji çeteyên DAÎŞ'ê yên ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye Îslam Ahmed Mûhammed Balûşa ye ku navê Talha El Gazzevî li xwe kiriye. Tişta ku Balûşa qalê kir, nîşan da ku dewleta Tirk a ku heta sala 2015'an bi rengekî vekirî piştgirî dida DAÎŞ'ê piştre bi çi rengî destek û têkiliya xwe ya bi DAÎŞ'ê re domand.

Balûşa ji taxa Şêx Ridvan a Filistîn-Gazzeyê ye. Di sala 1991'ê de ji dayik bû. Li gorî gotinên Balûşa beriya ku Hamas di hilbijartinên 2006'an de bi ser bikeve bavê wî li Emniyeta Filistînê, kekê wî jî di nava îstîxbaratê de wezîfedar bûn.

Balûşa ji salên 2003-2004'an heta sala 2008'an li mescîtê Hamasê belavok belav dikir, di sala 2008'an de lîderê Selefî yê Filistînî Mahmût El Talîb nas kir û piştre bi wan re tevgeriya. Di sala 2009'an de piştî ku rêxistina Selefî Cûnd-û Ensar-ûl-Allah avêt ser mizgeftê kete girtîgehê. Li girtîgehê sê sal û nîvan ma û ji ber ku berê li mescîtên Hamasê dima bi şert hate berdan. Heta sala 2010'an careke din li mescîtên Hamasê ma.

ENSARÛ'Ş ŞERÎA YA EL QAÎDEYÎ

Balûşa di sala 2010'an de bi rêya Mahmût Talîb Yûsûf Mûktad nas kir. Piştî demekê tevlî rêxistina Ensar Şerîa bû. Balûşa di sala 2011'an de baweriya xwe bi nêrîna 'Dewleta Îslamê' anî û di sala 2012'an de bi rêya hevalekî xwe yê hêz ku yek ji fermandarên Hamasê bû ji Misrê derbasî Tirkiyeyê bû û tevlî DAÎŞ'ê bû. Piştre jî derbasî Sûriyeyê bû. Di vê pêvajoyê de Mahmût El Talîb tê girtin. Piştî ku Mahmût El Talîb tê girtin ew jî du salan li mala malbata xwe dimîne. Wê demê hin hevalên wî dimirin, yên mayî jî diçin Lîbya û çola Sîna ya Misrê ku şer bikin.

POLÎSÊ TIRK: TEVLÎ DAÎŞ'Ê BIBIN

Balûşa di sala 2014'an de biryarê werdigire ku tevlî DAÎŞ'ê bibe û ji bo biçe Tirkiyeyê vîzeyê werdigire. Heman salê di dema şerê Gazzeyê de firsendê dibîne û di deriyê Refahê re derbasî Misrê dibe. Li Misrê tevî hevalê xwe Şadî Davûdî derbasî Balafirgeha Ataturk a Stenbolê dibe. Ji wir jî xwe digihînin Balafirgeha Rihayê. Ji xwe li wê deverê çeteyên DAÎŞ'ê Ebû Enes û Ebû Îbrahîm Turkî li benda wî ne. Piştî ku digihêjin Rihayê bi polîsekî Tirk re diaxive ku ew diyalog ji bîra wî naçe: "Piştî ku em li Rihayê ji balafirên peya bûn du polîs hatin gel me. Kincên wan sivîl bûn lê debanceyên wan hebûn. Bang li me herduyan kirin. Pasaport ji me wergirtin û navê me li kaxizekê nivîsîn. Li ser me û çenteyên me geriyan. Piştre ji me re gotin, 'Biçin tevlî DAÎŞ'ê bibin'. Em jî li pêşberî vê gotina wan matmayî man. Ji ber ku ji me hebû ku wê me bigirin. Li wê deverê tenê pênc deqeyan em rawestandin."

LI MEYDANA RIHAYÊ PEYDAKIRINA ENDAMAN

Wê demê yên ku tevlî DAÎŞ'ê bibin ji ber ku li meydana navendî ya Rihayê li hev kom dibûn û bi rengekî komî derbasî Sûriyeyê dibûn, ew jî çûn wê deverê û Ebû Îbrahîm Turkî dîtin. Turkî yê derdora 30 salî ku bi Tirkî û Erebî dizanî bi du wesayitan bû. Piştre du jin û mêr ên biyanî, du Çeçen, du Cezayîrî û du kesên ji Erebistana Siûdî hatin meydanê. Bi wesayitê çûn devereke nêzî sînor. Li gundekî li Rihayê li du malan man. Li gel hinek ji wan hevser û zarokên wan jî hebûn. Bi şev li gund man û piştre dema bû sibeh bi wesayitan careke din bi rê ketin. Li deverekê ku têlên li sînor hatibûn qutkirin derbasî aliyê din bûn.

DESTPÊKÊ REQA PIŞTRE ÇÛN HERÊMA BABÊ

Destpêkê çûn bajarokê Silûkê yê Kobanê, ji wir derbasî Reqayê bûn û li  yekîneya Ebû Mûsap Zerkavî perwerdeya destpêkê dîtin. Çû Balafirgeha Qûaerîs a Helebê, piştre derbasî Ezazê bû û li wê deverê bi guleya hawanê bi giranî birîndar bû. Balûşa ku gurçika wî zerar dît li nexweşxaneyeke li Reqayê hate dermankirin û gurçika xwe ya birîndar winda kir. Piştî ku gurçika wî jê hate wergirtin, ji ofîsa birîndarên DAÎŞ'î ji wir jî ber bi herêma Babê ve hate şandin.

LI HERÊMA BABÊ DIZEWICE

Li herêma Babê bi jineke DAÎŞ'î re zewicî ku du birayên wê jî di nava DAÎŞ'ê de bûn. Rojekê dema li nexweşxaneya lê dixebitî vegeriya malê hevsera xwe li malê nedît. Ne li mala malbata wê jî bû. Kekê wê Ebû Mûaviye ku li Minbicê ji îstîxbaratê re dixebitî nameyek hiştibû. Gotibû: "Em çûn Tirkiyeyê. Ji wir jî em ê derbasî Bûlgaristanê bibin."

JI BO TEDAWIYÊ DERBASÎ TIRKIYEYÊ BÛ

Balûşa piştî çûyîna hevsera wî careke din zewicî. Ji ber ku di gurçika wî ya din de pirsgirêkê rû da 'Heyet El Hîcra' ya ser bi DAÎŞ'ê ew ji bo tedawiyê şand Tirkiyeyê. Di ser Cerablûsê re di Tîrmeha 2016'an de derbasî Dîlokê bû û li Dîlokê jî careke din Ebû Îbrahîm Turkî li hêviya wî bû. Li maleke DAÎŞ'ê ya li Dîlokê ma. Tevî wî 15 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hebûn ku ji bo tedawiyê hatibûn.

DÎLOK NEBÛ, ÇÛ STENBOLÊ

DAÎŞ'ê li vê deverê nexweş li gorî nexweşiyên wan ji hev cuda kir. Hinek ji wan li Dîlokê derman bûn hinek jî diviyabû bişandibûna Stenbolê. Balûşa yek ji wan kesan bû ku diviyabû biçûbûya Stenbolê. Demekê li maleke li Dîlokê ma, serûm didan wî. Li mala ku lê dima ne tenê nexweş hebûn, her wiha 'endamên Tirk' jî tevî dûrbînên bi ala Tirkan. Ew alavên şer bi şev derbasî Tirkiyeyê dihatin kirin. Di dawiya sala 2016'an de tevî Ebû Îbrahîm Turkî ji bo tedawiyê çû Stenbolê. Li nexweşxaneyeke taybet a li Aksarayê emeliyat bû. Navê nexweşxaneyê nizane. Ev yek tê bîra wî: Li yek ji kolanên herî qelebalix ê Aksarayê bû. Li meydana Aksarayê stasyona metro heye. Ji wê deverê tu dadikeve jêrê. Ji wir derbas dibe. Li meydanê gel tiştekî difiroşe. Li aliyekî wê meydanê firoşgehên kincan li aliyê din jî restorant hene. Navê dikanê nayê bîra min. Ji ber ku bi Tirkî nîvîsîbû. Lê belê gelek deverên Sûriyeyiyan hebûn li wê deverê. Mînak devereke şawiram (Donerê Sûriyeyê) hebû navê xwe Dimişk bû. Piştî devera ku kinc lê dihatin firotin li aliyê rast deverek hebû. Nexweşxane li wê deverê bû. Li nêzî wê Emniyeta Fatîhê hebû."

HER TIŞT RÊXISTINBÛYÎ BÛ

Li gorî Balûşa di mijara nexweşxane û tedawiyê de her tişt rêxistinbûyî bû. Ne tenê DAÎŞ'î hebûn, sivîl jî dihatin dermankirin, lê belê DAÎŞ'î bi riya xwe, bi kincên xwe diyar bûn. Xuya bû ku haya doktor û hemşîreyan ji rewşê hebû. Nepêkan bû ku haya dewletê ji vê yekê nebû.

MALA DAÎŞ'Ê YA NÊZÎ NEXWEŞXANEYÊ

Piştî ku çend roj di ser emeliyatê re derbas bûn ji nexweşxaneyê derket û li maleke DAÎŞ'ê ya li nêzî nexweşxaneyê bi cih bû. Ji wê malê bi meşê diçe nexweşxaneyê. DAÎŞ'iyên din jî bi wî rengî tevdigerin. Bi Ebû Îbrahîm Turkî re her tim debanceyek heye û carna xuya dike. Li Dîlokê jî li Stenbolê debancaya xwe timî bi xwe re digerîne.

POLÎSA EW ZEVT KIR Û BERDA

Detayeke girîng a li Aksarayê parve dike: "Carekê ji bo ji xwe re kincan bikirim derketim derve. Polîs hatin gel min. Ji min pirsîn ku ji ku me, min jî ji tirsa negot ku Filistînî me, min got 'Ez ji Sûriyeyê me'. Ji min re gotin, 'Tu DAÎŞ'iyê ji Sûriyeyê ye?' Min got 'Na'. Ez birin deverekê. Li wê deverê şopa tiliyên min wergirtin, şopa çavên min wergirtin. Nêzî 6 saetan mam. Piştî ku hîn bûn Filistînî me kaxizek dan. Ew kaxiz ji bo wê yekê bû ku karibim bi hêsanî tevbigerim."

CAREKE DIN DI SER DÎLOKÊ RE VEGERIYA

Balûşa di Adara 2017'an de çû Dîlokê, ji wir derbasî Ezazê bû, ji Ezazê çû Idlibê û ji Idlibê jî çû Hamayê xwe gihand DAÎŞ'ê. Li wê deverê çû gel hevsera xwe ya li Tebqayê. Tevî hevsera xwe derbasî Reqayê bû, lê belê ji ber ku êdî Reqa ne ewle ye çûn Dêra Zorê.

TESLÎMÎ QSD'Ê BÛ

Balûşa di 24'ê Cotmeha 2017'an de tevî kurê xwe û hevsera xwe bi motorê ji navenda petrolê ya El Omer derket û xwe gihand nuqteya QSD'ê.

TIRKIYE DAYIKA WAN E

Balûşa der barê têkiliya navbera Tirkiye û DAÎŞ'ê got, "Mîna min bi hezaran DAÎŞ'î li Tirkiyeyê tedawî bûn. Her kes zane ku Tirkiye dayika komên cîhadîst e. Ev yek tê zanîn. Ev yek ji bo cîhadîstên ji Sûriye, Iraq, Lîbya, Filistîn û Efganistanê derbas dibe. Tirkiyeyê gelekî piştgirî bi DAÎŞ'ê re kir. Di sala 2015'an de gelek birîndarên DAÎŞ'ê bi ambûlansên taybet derbasî Tirkiyeyê hatin kirin û hatin dermankirin. Ew kesên payebilind bûn. Ji sînorê Raî hatin derbaskirin. Ev yek di nava DAÎŞ'ê de gelekî tê zanîn. Yek ji DAÎŞ'iyên ku bi ambûlansê birin Tirkiyeyê DAÎŞ'iyekî ji Sûriyeyê bû, berpirsyarê îstîxbarata li Hamayê bû. Ew Ebû Kasim bû. Bi hawanê bi giranî birîndar bûbû."