ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê bîlançoya êrîşên 24 saetên dawî ragihand
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên 24 saetên dawî ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. -
Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin
Li bajarokê Ezazê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de herî kêm 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. -
Navenda çeteyan şewitandin
Li Girê Spî gel ê nerazîbûn nîşanî êrîşên bê exlaqî yên çeteyên dewleta Tirk ên li hember jinan dan, navenda wan şewitandin. Di bûyerê de 3 çete hatin kuştin. -
Girtina mamoste Zehra hate şermezarkirin-NÛ BÛ
Li Dirbêsiyê bi sedan kesên daketin qadan, girtinê mamosteyê zimanê Kurdî Zehra Mihemedî ya ji aliyê rejîma Îranê protesto kirin. -
Qetlîamên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Bi sedan kes ên li Kobanê daketin qadan, bi çalakiyekê qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Li Eyn Îsayê gundek hate rizgarkirin
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê gundek dagir kiribû, şervanên QSD’ê ev gund ji dagirkeran rizgar kir. -
QSD: Artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrîş Eyn Îsa dike
QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî Eyn Îsa û deverên li ser rêya M4 dike. -
QSD’ê derbarê êrîşên li dijî Eyn Îsayê daxuyanî da
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêş çavê Rûsyaya garantor êrîşî Eyn Îsayê kiriye. QSD’ê diyar kir ku ew ji ber vê rewşê bi guman in. -
Gaziyên şer: Em li dijî şîddeta li ser jinê bêdeng nemînin
Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û bang kir ku divê li dijî şîddeta li ser jinê bi giyanê Hevrîn, Amara û Avesta têbikoşin. -
Çîroka yên ku di ber xakê de ketin
Ji wan şervanan ku ji 2012'an ve li Rojava ya ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser heye, berevaniyê li xaka xwe dikin û canê xwe feda dikin, çîrokên berxwedanê man -
Dayikên şehîdan êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kirin
Dayikên şehîdna yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin. -
Li Minbicê şaneya DAÎŞ’ê hate girtin
Yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, şaneya DAÎŞ’ê ya dama malbatên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê direvandin Tirkiyeyê hate girtin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê veşartin
Bi tevlîbûna bi hezaran kesî cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li ser rêya M4 û gundê Xalidiyê şerê dijwar rû didin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî rêya navneteweyî ya M4 û gundê Xalidiyê ya Eyn Îsayê kirin. Li herêmê di navbera dagirker û şervanên QSD’ê de şerê dijwar rû da û êrîş hate tekbirin. -
Sivîlên li gundê Şirgiratê bi qetlîamê re rû bi rû ne
Li gundê Şirgirat a Eyn Îsa ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîş dikin, sivîl bi qirkirinê re rû bi rû mane. ŞErvanên QSD’ê ji bo gel biparêzin berxwedanekî mezin dikin. -
Dagirker êrîşî Eyn Îsayê dikin, QSD’ê li dagirkeran dide
Dewlta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê êrîşî Eyn Îsayê dikin. Berxwedana şervanên QSD’ê didome. -
QSD’ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand. QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan tevgera xwe ya li ser rêya M4 a navnetewî zêde kirine. -
Li Girê Spî teqînek mezin çêbû
Li navenda bajarê Girê Spî wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. -
Dagirkeriya Tirk êrîşa giran tîne ser Eyn Îsa-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve êrîşên giran tînin ser Eyn Îsa. -
Panzera polîsan a Rûsya li Minbicê li sivîlan da
Panzera polîsan a leşkerên Rûsya li Minbicê li wesayîteke sivîlan qelibî. Di qezayê de 3 jin mirin, kesek jî birîndar bû. -
QSD: Serçete jî di nav de 25 çete hatin girtin
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama operasyonên an ên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de serçete jî di nav de 25 çete hatine girtin. -
Şehîdê Suryanî Athro li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şevanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Seîd Ebdulehed (Athro Hesekê) ê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li Goristanan Şehîdên Suryan Asur a taxa Nasira ya bajarê Hesekê veşartin. -
Rojnamevanan şehîdên çapemeniya azad bibîr anî
Rojnamevanan hevrêyên xwe Seed Ehmed û Mihemed Hisen Reşo yên di êrîşên qirker û dagiker ên dewleta Tirk ya li Serêkaniyê şehîd bûbûn, li Qamişlo li ser gorên wan bibîr anîn. -
QSD’ê encamên 24 saetên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir. -
Plana çalakiyan a rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tundiya li jinê û dagirkeriya Tirk wê çalakiyan bikin û bernameya çalakiyên xwe eşkere kir.