ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPJ’ê 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anî -NÛ BÛ
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 5 şehîdên YPJ’ê yên Berxwedana Rûmetê bi bîr anî û diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan berxwedana xwe geştir bikin. -
Şehîdê Berxwedana Rûmetê veşartin
Şervanê QSD’ê Emced Ebdûlreza ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin. -
Xelkê Efrînê li dijî komkujiya li Til Rifatê daketin qadan
Xelkê Efrînê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê li pêşiya navendeke leşkeri ya Rûsya ku li Şehbayê çalakiyek kirin. -
Gundên Til Rifat tên bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bêlûniyê û Eyndeqnê ya Til Rifatê dan ber topan. -
Rejîma Tirk li leşkerên Sûriyeyê da: leşkerek mir
Balafirên keşfê yên bê mirov ên bi çek (SÎHA) yên dewelata Tirk a dagirker yekîneyên artêşa Sûriyeyê kirin hedef û leşkerek kuşt. -
HRE’yê hevrêyên xwe yên şehîd Eynat Rojava û Ronî Cindirês bibîr anî
HRE’yê bi daxuaniyekê hevrêyên xwe Eynat Rojava û Ronî Cindirês ên dem û cihên cuda şehîd bûne bibîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest. -
QSD: Dewleta Tirk hewl da deriyek nû yê dagirkeriyê veke
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwestin li aliye Amûdê deriyek nû veke, lê li ser bersivdayîna hêzên QSD’ê ev hewldan hate valaderxistin. -
Dewleta Tirk êrişî gundên Şerayê kir
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Şehbayê 10 sivîl ku 8 ji wan zarok bûn qetil kir, vê carê bombe li gundên navçeya Şera ya Efrînê barand. -
QSD: Dewleta Tirk ji 17'ê Cotmehê ve 68 sivîl qetil kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji 17'ê Cotmehê ve agirbestê binpê dike. Li gorî rapora QSD'ê 68 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 42 caran bi balafirên şer ên bêmirov êriş kiriye. -
Malbatên şehîdan û jinên ji Dirbesiyê: Yekîtî serfirazî ye
Malbatên şehîdan û jinên ji Dirbesiyê YPJ silav kirin û gotin, "Em ji dewleta Tirk natirsin. Kurd wê bi hêz û yekîtiya xwe bi ser bikevin." -
Li Helebê ji ber hilweşîna avahiyekê 12 kes mirin
Li Helebê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê avahiyek hilweşiya. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Babê 5 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku li gundê Babê çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de herî kêm 5 dagirker hatine kuştin. -
Dewleta Tirk topan diavêje gundên Şêrawayê
Dewleta Tirk a dagirker top avête du gundên Şêrawayê. -
Tirkiye Tirkmenên DAÎŞ'î bi kar tîne
DAÎŞ'iyê Tirkmen got, leşkerên Tirk di sala 2018'an de li Ezazê û di sala 2019'an de jî li Îdlibê malbatên Tirkmen ên DAÎŞ'î yên li kampên penaberan birin Tirkiyeyê û serbest berdan. -
Artêşa Tirk li gundê Hêmir a Mezin li hêzên rejîmê da
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hêmir a Mezin a Eyn Îsa li hêzên rejîmê da. Di êrîşê de 2 leşkerên rejîmê mirin, 3 jî birîndar bûn. -
MSD: Armanca qetlîamê tirsandin, koçberkirine
MSD a qetlîama Til Rifatê şermezar ki got:"Armanca komkujiyê tirsandin û koçberkirina şêniyan e. Di heman demê de berdewamkirina guhertina demografiyê û qirkirina etnîkî ye." -
Şervanê QSD’ê El Hesen li Tebqayê spartin axê
Şervanê Tûgaya Şoreşgerên Îdlibê ya di bin sêwana QSD’ê de Edhem El Hesen (wetan) ê şehîd bûbû, li Tebqayê bi merasîmekê spartin axê. -
Xelkê Dirbêsiyê ji bo destekdana YPJ’ê daketin kolanan
Çalakiyên xwedîderketina li şervanên YPJ’ê yên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê berê xwe dane çeperên şer dewam dikin. -
Gundên Rojavayê Girê Spî tê bombekirin-NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên dikevin rojavayê Girê Spî bi dijwarî bombe dikin. Hêzên QSD'ê û rejîma Sûriyeyê bersiva êrîşan didin. -
Zarokên di êrîşê de birîndar bûbûn: Dema me dilîst bombe li me barandin
Zarokên ku ji êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifat ku 8 jê zarok bi giştî 10 kes şehîd bûn bi birîndarî rizgar bûn gotin: “Me li taxê dilîst, topên hewanê li nêzî me ket. Parçeyek li deste min ket û ez birîndar bûm. -
Navên kesên li Til Rifat şehîd û birîndar bûne diyar bûn
Navê kesên di êrîşa dewleta Tirk a li navçeya Til Rifat a Şehbayê de şehîd û birîndar bûne diyar bûn. -
Bilançoya qetlîama li Til Rifat zêde bû
Hejmara kesên di êrîşa dewleta Tirk a li ser navçeya Til Rifat a Şehbayê de gihişte 10’î. -
Li Şehbayê cenazeye 5 şehîdan veşartin
Cenazeyê 5 şervanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê de şehîd bûbûn, ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin veşartin. -
Til Rifat hate bombekirin: 9 sivîl hatin qetilkirin-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê dan ber topan, zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin. -
Osê: Nikarin Kurdan bi her tiştî razî bikin!
Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze zextên xwe yên dermirovahiyê yên li Efrînê, li her derê belav bike. Osê got ku “Dixwazin Kurdan bînin wê astê ku razî bibin lê ew ê nikaribin encamê bistînin.”