QSD: Artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrîş Eyn Îsa dike

QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî Eyn Îsa û deverên li ser rêya M4 dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên şer û bersivdayînên şervanên QSD’ê yên di çarçoveya parastina rewa de eşkere kir.

QSD’ê ev agahî da: “Artêşa dagirker û komên çete di dîroka 23’yê mehê de, ji seetên sibehê heya êvarê li seranserê xeta eniyê êrîşên xwe yên bi tank, top, çekên giran, balafirên bê mirov û hejmrek zêde çete domandin. Artêşa dagirker, ruxmê hevpeymanên agirbestê jî êrîşên giran bir ser bajarokê Eyn îsa, rêya M4 a navdewletî û kampa penaberan a li nêzî rê.

EBU RASEN

Komên çete yên artêşa dagirker li gundê Til Mihemed hewl dan bi piştevaniya çekên giran êrîş bibin ser qadên sîvîl û herêmên nû dagir bikin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser herêmên li derdora gundên Leylan, Erîşa, Tewila û Ûm el-Xêr û hewl dan ku qadên nû dagir bikin. Hêzên dagirker bi awayek giran êrîş birin ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên di bin serweriya wê de, piştî tevgerek giran a balafirên bê mirov, êrîşên berfireh birin ser bajaroka Eyn Îsa, gundewarên wê û rêya M4 a navdewletî. Artêşa dagirker, ruxmê rêkeftinên heyî jî êrîşên xwe yên li ser herêmên li derveyî rêkeftinê nade sekinandin. Artêşa dagirker di seet 7’ê sibehê de bi hejmarek gelek mezin ji çeteyên xwe, bi lêdana balafirên bê mirov, topbarana tank û obus û her wiha bi gulebarana çekên giran, ji 3 milan ve êrîş bir ser van herêman. Di encama êrîşan de hejmarek sîvîl koçber bûn, hejmarek brîndar bûn. Hêzên me û hêzên artêşa Sûriyê di çarçoveya parastinê de bersiva êrîşan dan û li herêmê şerê giran qewimîn. Artêşa dagirker a Tirk, bi şev jî heta sibehê tevgera xwe ya amadekariya dagirkeriyê domandin.

Di encama êrîşên artêşa dagirker bi balafirên bê mirov û obusan de 2 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me brîndar bûn.”