QSD’ê encamên 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir.

NAVEND NÛÇEYAN

 QSD’ê ev agahî da: “Artêşa Tirk a dagirker, li seranserê xeta eniyê û herêmên sîvîl tevgera xwe ya dagirkeriyê domand.

EBU RASEN

Artêşa dagirker û komên çete li gundên Til Mihemed, Ing el-Hewa, Til el-Werid û Ebdilhey êrîşên xwe yên bi moşekên Grad, balafirên bê mirov û çekên giran domandin. Her wiha komên çete yên girêdyî artêşa dagirker li herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê berdewam kirin.

TIL TEMIR

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve herêmên sîvîl yên li derdora gundê Dawûdiyê bê serûber dan ber tank û topan. Ji ber topbarana giran zîyanên madî gihîşt milkên welatiyên sîvîl.

Di encama êrîşên artêşa dagirker û komên çete de, li herêma Ebû Rasen bi giştî 6 leşkerên artêşa Sûriyê mirin, hejmarek leşker jî birîndar bûn.”